Di xwepêşandanekê li Reqayê de: Pêwîste em piştgiriya berxwedana QSD'ê bikin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê îro li bajarê Reqayê ji bo şermezarkirina êrişên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşendanek li dar xist.

Di xwepêşandanekê li Reqayê de: Pêwîste em piştgiriya berxwedana QSD'ê bikin.
Di xwepêşandanekê li Reqayê de: Pêwîste em piştgiriya berxwedana QSD'ê bikin.
Di xwepêşandanekê li Reqayê de: Pêwîste em piştgiriya berxwedana QSD'ê bikin.
6 ÇILE, 2021   14:20
REQA

Li ser bangawaziya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, îro (çarşem) bi sedan şêniyên Reqayê û gundewarên wê tevî nûnerên saziyên sivîl li bajarokê Tişrîn ê gundewarên bakurê Reqayê daketin qadan.

Xwepêşandan ji pêşiya Mala Gel a li bajarokê dest pê kir. Xwepêşandêran alên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û pankartên " Hêzên Tirk têk bibin û Sûriyek pirrengî, ne navendî û demokrat ava bibe", "Ji dagirkeriya Tirk li ser herêmê re na" hildan.

Li ber deriyê têketina bajarokê Tişrîn meş rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Edhem El-Selom, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehe El-Hisên û bi navê Meclisa Gel a Tişrînê hevseroka meclisê Rîham Mihemed axivîn.

Axaftvanan xuya kirin ku pêwîste gelên herêmê piştgiriya berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a li hemberî êrişên dewleta Tirk, bikin.

Her wiha axaftvanan piştrast kir ku gelên herêmê wê proje û axa xwe li hemberî her dagirkeriyekê biparêzin û ew dagirkirina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla dewleta Tirk ve red dikin.

Axaftvanan girîngiya diyaloga sûrî û çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyalogê û avakirina sîstemeke pirrengî û ne navendî destnîşan kirin.

(dm)

ANHA