`Hevgirtina bi dewleta re dê bandoreke neynî li destkeftiyên Kurdan bike`

Dayîkên gerîla û şehîdan ên li herêmê Cizîrê têkoşer Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan di salvegera şehadeta wan de bi bîr anîn. Her wiha bi daxuyaniyekê piştrast kirin ku hevgirtina PDK'ê bi dewleta Tirk re nakeve xizmeta berjewendiyên gelê kurd.

`Hevgirtina bi dewleta re dê bandoreke neynî li destkeftiyên Kurdan bike`
`Hevgirtina bi dewleta re dê bandoreke neynî li destkeftiyên Kurdan bike`
`Hevgirtina bi dewleta re dê bandoreke neynî li destkeftiyên Kurdan bike`
`Hevgirtina bi dewleta re dê bandoreke neynî li destkeftiyên Kurdan bike`
6 ÇILE, 2021   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Dayîkên gerîla îro bi boneya salvegera şehadeta her sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku di 2013`an de li Parîsê hatibûn şehîdxistin, li gelek bajarên herêma Cizîrê ji bo bîranîna wan çalakî li dar xistin.

HESEKÊ

Bi dehan dayîkên gerîla û şehîdan ji bo şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd li pêşiya navenda Kongeraya Star a li navçeya Rojhilatê a bajarê Hesekê hate orgenîzkirin, kom bûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necme Şêxo daxuyaniya dayîkên gerîla û şehîdan xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:" Em dayîkên gerîla, siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd, zarok û şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG) şermezar dikin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd hewl dide ku mafên wî tune bike û li gel bêdengiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dixwaze kompliyên Osmanî vejîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hevgirtina PDK'ê bi dewleta Tirk re xizmeta berjewandiyên gelê Kurd nake, lê belê dê bi awayekî neyînî bandor li ser destkeftiyên şoreşê li Kurdistanê bi giştî bike.

Dayîkên şehîdan di dawiya daxuyaniyê de piştrast kir ku ew piştgiriya berxwedana ciwanên xwe yên gerîla ya li hemberî dagirkeriya Tirk, dikin.

QAMIŞLO

Dayîkên şehîdên Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ), QSD û endamên Kongreya Star bi heman mebestê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li taxa Meyselon a li Qamişlo kom bûn ûdaxuyanî da.

Endama Kongreya Star Minîce Heyder daxuyanî xwend

Daxuyanî wiha ye:

Bi navê dayîkên gerîla, em komkujiya li dijî her sê têkoşeran Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji hêla MÎT`a Tirk ve li Parîsê, şermezar dikin.

Şehîd Sakîne kevirê bingehîn ê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) danî, yek ji damezrînerê partiyê ye. Yekem jina ku adet û kevneşopiyên civakê şikandin, jinan ji jiyana koletî û bindestiyê derxist.

Em ê hertim şopdarên wan têkoşeran bin heta ku armancên wan pêk tên.”

(dm)

ANHA