Sûdan jî “Lihevkirinên Abraham” îmze kir

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Xartumê ragihand ku Sûdanê îro “lihevkirinên Abraham” bi DYA`yê re îmze kirine. Li gorî wê Xartumê başkirina têkiliyan bi Îsraîlê re erê kir.

Sûdan jî “Lihevkirinên Abraham” îmze kir
6 ÇILE, 2021   18:28
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî balyozxaneya Amerîkayê ya li Xartumê, Sûdanê di çarçoveya başkirina têkiliyan de bi Îsraîlê re îro bi awayekî fermî tev li “lihevkirinên Abraham” ên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re bû.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûdanê ragihand ku lihevkirin di serdana şandeya hikumeta Amerîkayê ya bi serkêşiya wezîrê gencîneyê Stephen Mnuchin de, hatiye îmzekirin.

Li gorî ajansê, wezîrê edlê yê Sûdanê Nesirudîn Ebid El-Barî lihevkirin bi wezîrê gencîneyê yê Amerîkayê re îmze kiriye.

(şx)