Tevgera Azadî bi gelê Binarê Qendîlê re civiya

​​​​​​​Tevgera Azadî bi gelê Binarê Qendîlê re li ser metirsiya êriş û hewldanên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker civiya.

Tevgera Azadî bi gelê Binarê Qendîlê re civiya
6 ÇILE, 2021   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye, êdî ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re bes e’ de Tevgera Azadî li ser metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk, bi gelê Binarê Qendîlê re civiya.

Di civînê de behsa metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker, xeta xiyanet û komployên dijî Kurdan hate kirin. Hate gotin ku dewleta Tirk dixwaze di nava Kurdan şer çêbe, ji bo vê jî Tirkiye PDK’ê ji bo şer amade dike. Ji bo ku şer çênebe, divê her kes dijî pîlanên dewleta Tirk raweste.

Li gorî agahiyên ji endamên Tevgera Azadî hatine standin, gelê Binarê Qendîlê jî helwesta xwe ya li dijî şerê navxweyî anîne ziman û diyar kirine ku şer wê tenê ji berjewendiya dijmin re be.