Li nêzî çemê Firatê yekemîn mezreya xwedîkirina firindeyan

Şêniyek li nêzî çemê Firatê li başûr rojavayê kantona Kobanê 23 cureyên firindeyan kedî li mala xwe xwedî dike.

Li nêzî çemê Firatê yekemîn mezreya xwedîkirina firindeyan
5 ÇILE, 2021   09:42
KOBANÊ

Ji ber hezkirin û hewsa xwe bi firindeyan (Balindeyan), şêniyê bi navê Hisên Elî Hisên, gelek cureyên çûkan û ajanlên kedî, xwedî dike.

Hisên bi birayê xwe  re bi roj di werşeya sererastkirina erebeyan de kar de dike û piştre bi ajalên xwe re eleqedar dibe.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/05/085558_hsn-aly-hsyn.jpg

Hisên Elî 3 hêştirme, 3 cure tawûsan, 5 cureyên mirîşkan di nav de yên kovî û kedî mîna (feronî û rûmî), kevok, gelek cureyên kevok û çûkên din û kêvroşkan xwedî dike.

Li gorî Hisên Elî lêçûna xwedîkirina firinde û ajalan digihêje 12 hezar dolaran. Derbarê wê de got: “Êm buha ye û derfetên me jî kêm in. Ji du salan ve ez van firindeyan kom dikin. Min hewl da xezalan jî xwedî bikim, lê niha rewşa madî hinekî dijwar e.”

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/05/085621_kob-cihemn-laoran-28129.jpg

Li herêma Firatê mezreya Hisên Elî Hisên a yekemîn e û mîna wê tune ye.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-BuycdXJm00" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>