Li cîhanê zêdetirî 85 milyon kes bi vîrusa koronayê ketine

Li cîhanê zêdetirî 85 milyon kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û milyonek û 847 hezar kesan jî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane.

Li cîhanê zêdetirî 85 milyon kes bi vîrusa koronayê ketine
5 ÇILE, 2021   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên cîhanî yên li ser malpera Reutersê îro (sêşem) hatine eşkerekirin, li seranserê cîhanê zêdetirî 85 milyon û 212 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û milyonek û 847 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.

Welatê herî zêde korona lê belav bûye DYA ye û dûre Brîtanya, Brazîl, Rûsya û Hindistan tên.

Ji aliyê hejmara kesên bi koronayê mirine, DYA di rêzê yekê de ye, piştre Meksîka, Brazîl, Almanya û Birîtanya tên.

(dm)