Mîrê Qeterê çû Erebistana Siûdî da ku beşdarî civîna Kendavê bibe

Mîrê Qeterê Temîm bîn Hemed çû Siûdiyê da ku beşdarî civîna Kendavê bibe ku Behreynn gera civîna îsal bi rê ve dibe.

Mîrê Qeterê çû Erebistana Siûdî da ku beşdarî civîna Kendavê bibe
5 ÇILE, 2021   09:24
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Qeterê, mîrê Qeterê Temîm Bîn Hemed serkêşiya şandeya welatê xwe dike ku beşdarî civîna salane ya Meclisa Hevkariyê ya Kendavê bûye, civîn ji bo nîqaşkirina pêşketinên di aliyê pêkanîna hevkarî û koordîneya di navbera dewletên endam de ye.

Îro, xebatên gera 41’emîn a civîna Meclisa Hevkariyê ya Welatên Kendavê li bajarê El-Ula yê Erebistana Siûdî bi serokatiya qralê Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz Al-Siûd, dest pê dike. Îsal Behreyn civînê bi rê ve dibe.

Hemwextî lidarxistina civînê, sekreterê giştî yê Meclisa Hevkariyê ya Welatên Kendavê Nayif El-Hecref pêşwaziya peymana vekirina qadên hewayî û sînorên deryayî û bejahî yên di navbera Siûdî û Qeterê de kir ku duh wezîrê karên derve yê Kiwêtê şêx Ehmed Nasir peyman ragihandibû.

(cx)