​​​​​​​Li Şengalê meşa li dijî tecrîdê

Li bajaroka Sinûnê yê Şengalê li dijî tecrîda girankirî  ya li ser rêber Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.

​​​​​​​Li Şengalê meşa li dijî tecrîdê
5 ÇILE, 2021   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Sinûnê yê ser bi Şengalê ve Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  û Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan meşek organîze kir.

Meşê li ber avahiya Meclisa Gel a Sinûnê dest pê kir û heya ser rêya sereke ya bajaroka Sinûnê dewam kir. Di meşê de tevî nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê bi sedan xelkê bajarok beşdar bûn.

Piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Weqfa Jinên Êzidî Siham Dexîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Bi salaye sîstema desthilat ya dagirker û faşîst dixwaze me wekî gel ji rêberê gelan rêber Apo dûr bixe û me fêrî jiyanek bê Rêbertî bike. Her roj tecrida li Îmraliyê girantir dibe û tu agahî ji Serokatî nayên girtin. Ne dihêlin ku malbat û ne jî parêzer biçin li Îmraliyê. Hêzên desthilat yên heyî ji nêrîn û fikra azad ya Serok Apo ditirsin, ji ber ku pir baş dizanin ku haqiqeta jiyanê di fikir û felsefeya rêber Apo de ye.

Jiyaneke azad û civakeke azad tenê bi îdeolojiya azadiya jin û azadiya civakê mîsoger dibe. Ji bo vê jî, wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Yekitiya Jinên Ciwan ên Ezidî, em diyar dikin ku emê tim ji bo azadiya Rêberê xwe li ser piya bin. Di vê dema borî de xwestin bi tevliheviyên di nav Şengalê de ne tenê nakokiyên di navbera Iraq û Şengalê kûr bikin, di esas de hedef û armane ew bû kû pêşketina sîstema xweseriya demokratik a Rêber Apo asteng bikin û rojev ji Serokatî dûr bixin.

Hedefe yekemîn ew e ku civaka êzidî Fermana ku li ser hatî ji bîr bike û dev ji doza û mafê xwe berde. Hêzên desthilatdar baş dizanin ku civaka ku xwe bi fikira azad rêxistin kirî û bûy îrade wê tim li ser piyan be. Eger îro Ezidî xwedî statû û nasnameyek azadin ev yek ji bi saya Rêber Ocalan e. Her çiqas hewl bidin ku ev sîstema xweser ye demokratîk di nav Şengalê de pêşnekeve jî  lê nikarin bibin asteng, ji bo ku gelê Ezîdî hişyar bûye û xwe pêşxistiye. Bi taybet Jina êzidî zincîrê koletiyê şkandiye û di roja me a îro buyê pêşenge hemû Jinên cîhanê. Ji bo me, wek Tevgera Azadiya Jinên Ezidî û Yekîtiya Jinên ciwan ên Ezidî, xwedî derketina li Rêber Apo, xwedî derketina li Şengalê, Şehîdan, Jina Ēzidî, gelê   Ezidî û hemû destkeftiyên a civaka Ezidi û xweseriya demokratîke. Li ser vê esasê ji bo hemû kesên azadixwaz, di serî de civaka  Ezidî, Jinên Ezidî, gelê Kurd, kesên sosyalîst û şoreşger em về dibêjin. Gava ku Rêber Apo ji civakê bê dûrxistin, wê çaxê ti tiștek wek ehlaq, azadî û heqîqet namîne. Azadiya rêber Apo azadiya hemû jinan û civakê ye.”