Kesên nenas li Reqayê êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir

Kesên nenas êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarên rojhilatê Reqayê kir. Têkildarî bûyerî hîna tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

Kesên nenas li Reqayê êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir
5 ÇILE, 2021   09:12
 REQA

Kesên nenas şeva din saet di 01:00`an de êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê El-Hemrat ê li rojhilatê Reqayê kir.

Nûçegihanê me ji herêmê bi bîr xist ku kesên nenas gule li endamên li ser benda kontrolê reşandine û tu detayên nehatine zanîn.

Têkildarî bûyerê heta niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn tu daxuyaniyên fermî nedane.

(cx)

ANHA