Rojnameyên erebî: DAIŞ li Sûriyê bi hêz dibe û aloziya Kendavê çareser dibe

Rojnameyên erebî yên îro der bare bihêzbûna DAIŞ`ê li Sûriyê, her wiha geşedanên li Iraqê û welatên Kendavê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: DAIŞ li Sûriyê bi hêz dibe û aloziya Kendavê çareser dibe
5 ÇILE, 2021   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DAIŞ LI SÛRIYÊ BI HÊZ DIBE’

Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "DAIŞ`ê karîbû li Sûriyê dîsa xwe komî ser hev bike û bi hêz bibe. DAIŞ`ê nêrîna navdewletî ku digot DAIŞ çû û êdî venagere, piştî şerê hevpeymana navdewletî li dijî DAIŞ`ê ku dawiyê sala 2019`an piştî cenga Baxozê hate ragihandin, wekî derfet bi kar anî."

Li gorî  rojnameyê êdî DAIŞ ketiye pêvajoyeke nû û hebûna xwe li Sûriyê ferz dike, bi taybet li sêgoşeya Hema, Heleb û Reqayê û derbeyên giran li hêzên hikumetê xistin di nava 2 mehên dawiyê de.

DAIŞ bi taybet li çolistana Sûriyê derdikeve pêş, li qadeke nêzî 4 hezar kîlometre çargoşe ku ji çiyayên Ebû Recmên dest pê dike, li bakurê rojhilatê Tedmurê ya çolistana Dêrazorê û gundewarên wê yên rojava, her wiha li çolistana El-Sixnê li bakurê welat ku di nava sînorên parêzgeha Siwêdayê de ye.

‘BÎRANÎNA SULEYMANÎ NAKOKIYÊN ‘NAVMALÎ’ YÊN ŞÎEYAN KÛR DIKE’

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Bîranîna salvegera kuştina general Qasim Suleymanî û cîgirê serokê desteya Heşdî Şabî ya Iraqê Ebû Mehdî El-Muhendis, nakokiyên di "navmala şîeyan" a Iraqê kûr kirin.

Hin îmamên mizgeftan û xwepêşandêran bertek li dijî daxuyaniyên serokê şepêla Sedriyan Muqteda El-Sedr nîşan dan ku wî xwestibû ku topbarana li dijî Herêma Kesk û balyozxaneya Amerîkayê bê rawestandin. Berdevkê El-Sedr Selah El-Ibêdî, êrişî komên çekdar, her wiha serokwezîrê berê Nûrî El-Malikî kir û ew tawanbar kirin ku artêşa Iraqê qels kirine û rê dane ku DAIŞ sala 2014`an bi hêz bibe.”  

‘DI CIVÎNÊN MECLISA HEVKARIYÊ DE HEWLDANÊN ÇERESERKIRINA ALOZIYA KENDAVÊ’

Der barê geşedanên li Kendavê de rojnameya El-Nehar a Lubnanê nivîsî: "Tê payîn ku mijara aloziya Kendavê, ya bûye sedema têkiliyên Qeter û 4 dewletên Ereban xerab bibin, bibe mijara sereke ya civîna Meclisa Hevkariyê ya Kendavê ku dê îro li Erebistana Siûdî were lidarxistin, her wiha hin nîşane hene ku tê hin çareserî pêk bên.

Di sala 2017`an de dewletên mîna Siûdiyê, Îmarat, Misir û Behreyn têkiliyên xwe ji Qeterê birîn û gotin ku ew piştgiriya komên radîkal ên îslamî dike. Qeter jî vê tawanbariyê napejirîne û ji ber têkiliyên wan bi Îranê re gazinan ji dewletan dike.

4 dewletên navborî, li dijî Qeterê hin kiryar pêk anîn, asmanê xwe li ber balafirên Qatarê girtin, têkiliya bazirganî rawestandin û nehiştin welatiyên Qeterê derbasî welatên wan bibin.

Piştî ku têkiliyên xwe bi Qeterê re birîn, 4 dewletan daxwaznameyeke ji 13 xalan radestî Qeterê kir û jê xwest ku tora medyayê ya ‘El-Cezîre’ bigirin û têkiliyên xwe bi Tirkiyê re kêm bike. Lê Dewhayê guh neda van daxwazan.

Di vê derbarê de, Washington jî fişarên li dewletên Kendavê zêde kirin û ji wan dixwaze ku yekitiya xwe bi hêz bikin li dijî Îranê.”

(kn)