​​​​​​​Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya Mehmet Aslan hat destgîrkirin

Polîsên dewleta Tirk serê vê sibê bi ser mala nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan de girt û Aslan destgîr kir.

​​​​​​​Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya Mehmet Aslan hat destgîrkirin
5 ÇILE, 2021   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Stenbolê polîsên dewleta Tirk vê sibehê bi ser mala nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Mehmet Aslan de girt. Polîsan li mala Aslan lêgerîneke dûr û dirêj pêk anî û dest danî ser gelek materyalên dîjîtal û pirtûk û kovarên li malê.

Piştî lêgerînê polîsan rojnamevan Aslan ji paş ve kelemçe kir û ew birin avahiya polîsan a Stenbolê. Hate zanîn ku Aslan di çarçoveya lêpirsînekê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve tê birêvebirin, hatiye destgîrkirin.