Jinên ji Serêkaniyê: Heta têkbirina dagirkeriyê em ê têkoşînê bidomînin

Jinên koçber ên ji Serêkaniyê gotin ku ew li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bê deng namînin û destnîşan kirin ku heta têkbirina dagirkeriyê ew ê têkoşînê bidomînin.

Jinên ji Serêkaniyê: Heta têkbirina dagirkeriyê em ê têkoşînê bidomînin
5 ÇILE, 2021   08:56
QAMIŞLO-SILAVA ABDUREHMAN

Dewleta Tirk bi armanca dagirkirinê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet Eyn Îsa, Til Temir û gundewarên wê rojane topbaran dike. QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de bi lehengî û xurtî birsiva wan êrişan dide.

Jinên koçber ên Serêkaniyê ku li kampa Waşûkanî ya li bajarokê Tiwêna yê rojavayê bajarê Hesekê bi cih bûne, sûcên dewleta Tirk şermezar kirin û piştrast kir ku ew ê têkoşînê bidomînin.

Dayika şehîd Koçber, Emşe Xidir Seîd sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyan şermezar kirin û wiha got: "Em sûcên dermirovî yên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û navçeyên Eyn Îsa û Til Temirê bi taybet pêk tînin şermezar dikin. Me di dirêjahiya salên borî de li ber xwe da û em ê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin."

‘LI PÊŞ ÇAVÊN CÎHANÊ BAJARÊ ME DAGIR KIR’

Emşe Xidir Seîd wiha domand: "Em nizanin dewleta Tirk çi ji me dixwaze û pirsgirêka wê bi me re çi ye. Me tu êriş ne biriye ser xaka wê ne jî li ser gelê wê. Ew zarok û jinên me qetil dike û li pêş tevahî cîhanê komkujiyan pêk tîne û bajarê me bi hêza çekê dagir kir."

Emşe Xidir Seîd da zanîn ku ev ne cara yekemîn e ku ew koçber dibin, di dema êrişên Cebhet El-Nusra û komên çete yên dîtir ên li ser Serêkaniyê de, dîsa koçber bûn û wiha axaftina xwe domand: "Vê carê dewleta Tirk a dagirker şênî qetil kirin, xak û milkên wan dizî û talan kirin. Tevahî sûcên dewleta Tirk a dagirker li pêş têkoşîn an jî moralên me nabin bend. Em li pêş dîktatoriya dewleta Tirk têk naçin û em hê jî li ser soza ku me daye şehînan in."

‘RÛPELÊN DÎROKA OSMANIYÊN KEVN Û NÛ TIJÎ XWÎN IN’

/ar/uploads/files/2021/01/05/073246_amshh-28large29_2.webp

Koçbera bi navê Şemse Hemed Bekir a ji gundê Lîlan ê girêdayî Serêkaniyê ku li kampa Waşûkanî bi cih bûye, destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker diziyê bike û dest deyne ser berhemên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şemsa  Bekir got: " Rûpelên dîroka Osmanî tijî xwîn in. Bi xwînrijandinan gihaştin ser desthilatê. Bi navê ol Erman qetil kirin, bi hinceta serhildanê Ereb qetil kirin û bi hinceta netewbûnê kurdan qetil dikin."

Şemse Hemed Bekir da zanîn ku êdî gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji planên dewleta Tirk ên bi hewldana dagirkirina xaka Sûriyê û tevlêkirina li Tirkiyê, hişyar in.

 ‘SÛCÊN TIRKIYÊ QANÛN Û MÎSAQÊN MIROVÎ DERBAS KIRIN’

/ar/uploads/files/2021/01/05/073224_shmsh-28large29.webp

Şemse Hemed Bekir bal kişand ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a a dagirker û û ev tişt got: " Li seranserî cîhanê gelek rêxistinên navneteweyî û hiqîqî hene, lê li ser erdê tiştekî nakin û tu bertekê der barê sûcên dewleta Tirk ên bênavber de nadin, tenê sûcan şermezar dikin, lê hemû gotinên wan bêyî pratîk in. Ji lew re Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî berpirsê parastina aştî û ewlehiya dewletan e, divê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rawestîne."

Şemse Hemed Bekir mixabîniya xwe li ser helwesta dewletên Ereb nîşan da û destnîşan kir ku dewletên Ereb di rewşa temaşeker de ne û tiştekî nakin. Ew sûcên dewleta Tirk ên li dijî jin, zarokan û guhartina demografiya herêmê dibînin û bê deng in.

Li dawiyê, Şemse Hemed Bekir piştrast kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember sûcên dewleta Tirk û armancên wê yên hilweşandina ewlehî û aramiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng namînin û wiha got: " Heta têkbirina dagirkeriyê û rizgarkirina herêmên xwe em ê tê bikoşin."

 ‘ETNÎK Û NETEWEYÊN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ JI BILÎ RÊBERIYA XWESER TIŞTEKÎ DIN NAPEJIRÎNIN’

/ar/uploads/files/2021/01/05/073231_sbah-28large29_1.webp

Endama rêveber a Kongreya Star a li kampa Waşûkanî Sebah Cuma û ji koçerên Serêkaniyê ye, wiha axivî: "Armanca dewleta Tirk şikandina berxwedana şêniyên Eyn Îsa û jevkirina gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Dewleta Tirk derfetekê jî ji bo êrişkirina li dijî herêmên me û qetilkirina gelê me, bernade. Lê belê nikare vîna me têk bibe. Rast e em ji xaka xwe koçber bûn, lê belê em li welatê xwe dijîn."

Sebah Cuma bi lêv kir ku etnîk û neteweyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bilî Rêveberiya Xweser tiştekî din qebûl nakin û got, projeya wan demokrasî ye û bi armanca parastina tevahî mafên pêkhateyan û sepandina wekheviyê ye.

Sebah Cuma wiha gotina xwe bi dawî kir: " Heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî, em ê têkoşînê bilind bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JMHf9iFt_uE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>