Bi dîmen..dewleta Tirk baregeheke leşkerî li nêzî rêya M4 ava dike

Hêzên dewleta Tirk a dagirker dest bi avakirina nêztirîn baregeha leşkerî li nêzî rêya M4 ya li bakurê rojavayê Eyn Îsayê kir.

Bi dîmen..dewleta Tirk baregeheke leşkerî li nêzî rêya M4 ava dike
5 ÇILE, 2021   08:45
EYN ÎSA

Avakirina baregeha leşkerî, digel topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên derdora navenda navçeya Eyn Îsayê û bersivdayîna QSD’ê pêk tê. Dewleta Tirk ji hefteya 7’an ve bê navber êrişî derdora Eyn Îsayê dike.

Di dîmanan de tê diyarkirin ku baregeha dewleta Tirk tenê 500 metre ji bakurê rêya M4 ve dûr e, di baregehê de radar, alavên leşkerî û çekên giran hatine bicihkirin, li derdora baregehê jî barîqat an jî satirên axî hene.

Baregeha leşkerî ya dewleta Tirk tenê kîlometreyekê ji nuqteya hevbeş a hêzên hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê ve ya li aliyên başûrê rêya M4 ye, dûr e.

Di yekşema borî de, dewleta Tirk ji baregehê ve, cara yekem aliyên başûrê Eyn Îsayê topbaran kirin, di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker di 23’yê Mijdarê de, avakirina baregeha leşkerî ya li nêzî gundê Seyda yê li bakurê Eyn Îsa bi 2 kîlometre ye, bi dawî kiribû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0cy35T6Ww0k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>