Bi helbestan dozên xwe yên civakî vedibêjin

Helbestvanên li navçeya Tirbespiyê rûdanên li derdora xwe bi bêdengî dişopandin, ji ber ku azadiya derbirînê hatibû kelepçekirin. Lê niha meclisa bajarokê Ebû Ferî piştgiriyê dide wan û hewl dide behreyên helbestvanan geş bike.

Bi helbestan dozên xwe yên civakî vedibêjin
5 ÇILE, 2021   08:26
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Rewşên siyasî yên her welatekî bandorê li rewşa çandî dikin, bi taybet li welatên ku rejîmên desthilatdar bendên tund li dijî azadiya nêrîn û derbirînê ferz dikin. Yek ji van dewletên zordar jî Sûriyê bû ku ji aliyê partiya Baasê ve dihate birêvebirin.

Bi valakirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji saziyên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Şamê, rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê û rêxistinên terorîst ên dîtir, avakirina saziyên Rêveberiya Xweser û amadekirina hevpeymana civakî, tevgera çandî li herêmê geş bû.

Li bajarokê Ebû Ferî yê girêdayî navçeya Tirbespiyê, gelek helbestanên helbestên gelêrî yan jî nebtî dinivîsin, derketin.

Helbesta gelêrî ji hunera wêjeyî ya gel e, tê de helbestvan xîtabî tevahî mirovan dikin. Ji lew re li şûna helbesta xwe bi erebiya fesîh binivîsin, bi erebiya gel dinivîsin.

/kr/uploads/files/2021/01/05/082726_070144_terbespe-28229.webp

Ji taybetmendiyên helbesta gelêrî, ew e ku helbesta erebî ya biawaz e, tê de deng û peyvên gelêrî yên pir tên bikaranîn, hene. Ev cureya helbestê li gel eEreban a herî navdar e û gelek navên wê hene; helbesta gelêrî, helbesta biawaz, himênî, bedewî.

Nêzî 20 helbestvan li bajarok mane û helbestên xwe bi dizî dinivîsandin.

Meclisa bajarokê Ebû Ferî, hewl dide çand, huner û behreyên helbestvanan vejîne. Di vê çarçoveyê de, yekemîn şevbêrkeke helbestî li bajarok organîze kir.

Hevserokê Meclisa bajarokê Ebû Ferî Muhened Hebîbî têkildarî mijarê got: "Rewşa çand û hunerê li bajarok tune bû. Ew jî bi sedema paşguharkirina wê ya bimebest bû. Lê tevî wê jî hejmareke mezin ji behreyên hunerî û wêjeyî hene."

Hebîbî wiha domand: "Em wek meclis piştî me rewşa herêmê lêkolîn kir, me dît ku gelek behre hene û nehatine eşkerekirin. Lê me biryar da ku em xwediyên van behreyan bi rêya lidarxistina çalakiyan teşwîq bikin û di demên pêş de çalakiyên dîtir li dar bixin."

Hebîbî xwest ku li herêmê navendeke çand û hunerê were vekirin.

Qusey Hebîb ji helbestvanê navçeyê ye û di helbestên xwe de azarên li herêmên çêbûn, sepandine. Li aliyekî din jî Qusey Hebîb di helbesteke xwe de bersiva kesên li dijî Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk sekînine, dide.

Hebîb di helbesteke xwe de wiha dibêje: "Ferqa ji destpêkê ew e ku niha dozeke me heye…em bi aştî dijîn û dibin bira…û kesek ji me re nabêje ev erd ê kê ye…em hevrêyên çekan, xwînê, rê û nivîsê ne…Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî ne."

Qusey Hebîb li ser şehîdan nivîsiye û gelek kevneşopên civakê rexne dike û wiha piştrast kir: "Di dema berê de, wêje û helbest li herêmê bi mebest hatibûn paşguhkirin. Lê niha derfet ji tevahiyan re vekiriye."

Hebîb wiha domand: "Erka helbestê pîroz e, ew jî sepandina azar, rewşa civakê, gihandina peyamê û birêvebirina civakê ye."

Helbestvan Nasir Hemîd jî bi rêya helbestên xwe, rola mezin a ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lîstiye, eşkere kir.

Li aliyekî din jî vegera li wan şevbêrk û rûniştinên helbestî ji şêniyan re girêdana wan bi rewşa helbestê diyar dikin.

Macid Cerbû ji helbestvanên ku tev Ii çalakiya helbestî bûye û wiha got: "Derbirîna behreyan û balkişandina li ser wê, ji helbestvanan re teşwîqek e. Da ku bi pêş bikevin, bi taybet ku herêm di serdemeke paşguhkirinê re ji aliyê hunerî û fikirî ve derbas bûye. Bi wê re helbestvan bi rêya nivîsên xwe hewl didin rewşa ku herêm tê re derbas bûye, veguhêzin û bigihînin civakê."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tWawW8QG0XY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>