Birayê girtiyekî di greva birçîbûnê de banga xurtkirina têkoşînê kir

Birayê girtiyê siyasî Hisên Horîk Misto, Mihemed Misto bang li gelê Kurd kir ku li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan têkoşînê geş bike û xwedî li girtiyên di greva birçîbûnê de derkeve.

Birayê girtiyekî di greva birçîbûnê de banga xurtkirina têkoşînê kir
5 ÇILE, 2021   02:11
HELEB-ARIF SILÊMAN

Dewletên zilhêz bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Yekitiya Ewropa, Îsraîl û dewletên Afrîkyayê bi komployekê rêber Abdullah Ocalan 15`ê Sibata 1999`an girt û î radestî dewleta Tirkiyê kir. Dewleta Tirk tecîrdeke girankirî li dijî rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de ferz kiriye û rê nade parêzer û malbatê ku serdana wî bikin.

Tevî raporên Komîteya  Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) yên têkildarî şertên derqanûnî yên navneteweyî ku Tirkiyê li girtîgeha Îmraliyê dide meşandin, dewleta Tirk bi erêkirina navneteweyî tecrîdê didomîne. 

Li djiî tecrîdê û siyasetên ku Tirkiyê li dijî girtiyan dide meşandin, girtiyên siyasî yên PKK`ê û PAJK`ê di 27`ê Mijdara derbasbûyî dest bi greva birçîbûnê kir.

Ji girtiyên ku di greva birçîbûnê de Hisên Horîk Misto yê ji gundê Kurzêlê yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ye. Misto di sala 1997`an de ji aliyê desthilata Tirkiyê ve hate girtin û cezayê girtinê yê muebet lê hat birîn û niha di girtîgeha bajarê Îzmîrê de ye.

Birayê girtiyê siyasî Hisên Horîk Misto, Mihemed Misto got ku kiryarên ku desthilata Tirkiyê li dijî rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî pêk tîne, derexlaqî, der mirovî û derqanûnî ne.

Mihemed Misto anî ziman ku vîna girtiyên di greva birçîbûnê de xurt e û dê heta rakirina tecrîda li ser rêbertî radest nebin.

Misto bal kişand ser qutbûna peywendiyan bi birayê xwe yê girtî re û wiha pê de çû: "Birayê min Hisên di sala 1997`an de hate girtin, wê demê sewqî gelek girtîgehên li Tirkiyê hate kirin, niha di girtîgeha Îzmîrê de ye. Mehê carekê em bi hev re diaxivîn, lê ev demeke me bi me re ne axiviye û me dengê wî nebihîstiye."

Misto bang li rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî kir ku erka xwe ya exlaqî bi cih bînin, sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin û tevahî girtiyên siyasî jî serbest berdin.

Birayê girtiyê siyasî Hisên Horîk Misto, Mihemed Misot di dawiya gotina xwe de bang li gelê Kurd kir ku piştgiriya li girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de bikin, xwe bi rêxistin bikin û çalakiyên ji bo azadiya rêber Abdulalh Ocalan lidar bixin û li hemberî faşîzma dewleta Tirk bisekinin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/O1-i4joSxGc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>