Topbarana artêşa Tirk dabînkirina nan ji şêniyên Eyn Îsayê re asteng dike

Ji ber topbarana artêşa Tirk a li dijî herêmê, aliyên peywendîdar ên ku nan ji navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê re dabîn dikin ji bo xwegihandina enbarên genim zehmetiyan dikişînin.

Topbarana artêşa Tirk dabînkirina nan ji şêniyên Eyn Îsayê re asteng dike
5 ÇILE, 2021   07:37
EYN ÎSA

Artêşa Tirk û çeteyên wê ji beriya 6 hefteyan ve rojane êrişî embarên genim ên gundên Mişêrfê yê Eyn Îsayê dikin.

Embarên genim ên gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê ku 12 hezar ton radike, 2 km dikeve bakurê navçeyê û 500 metreyan dûrî rêya M4 e. Ji bo îsal derdora 5 hezar û 400 ton genim hate depokirin,  êdî depoya Mişêrfê ji bo navçeyê depoyeke stratejîk e.

/ar/uploads/files/2021/01/05/070925_alqsf-altrky-yarql-alwswl-llmkhzwn-alastratyjy-lahaly-ayn-aysa-4-1-2021.webp

Aliyên peywendîdar mehane derdora 650 ton ard ji vî embarî derdixin û li 6 firinên li navçeyê belav dikin.

Li gorî aliyên peywendîdar, ji 18`ê meha borî de nikarin xwe bigihînin depoyê, ji ber ku artêşa Tirk û çeteyên wê rojane navçeyê topbaran dikin, ji ber vê yekê ard ji navçeya Çelebiyê ya kantona Kobanê digirin.

Piştî artêşa Tirk embarên Şergirak, Dehlîz û Sexrat desteser kirin, li gundewarê kantona Girê Spî tenê depoya Mişêrfê ya Eyn Îsayê maye û nirxa ard ê mayî jî derdora 2 hezar û 100 ton e.

Artêşa Tirk û çeteyên wê di êrişa dawîn de depoya Mişêrfê ya Eyn Îsayê kir armanc, di encamê de gelek ziyan gihand kabil û kehrebeyê yên ku xebata depokirinê dike. Lê Gerînendetiya Kehrebê ya li navçeyê ji baregeha Rûsyayê re gelek daxwaznameyên ji bo sererastkirina depoyê pêşkêş kirin, lê tevahî daxwazname hatibûn redkirin.

(eh)

ANHA