Li kampên penaberan ên Başûrê Kurdistanê jineke din dawî li jiyana xwe anî

Duh êvarê li wargeha penaberan a Şarya ya Dihokê, jina ciwan a êzidî ya bi navê Ehlam Xêro dawî li jiyana xwe anî.

Li kampên penaberan ên Başûrê Kurdistanê jineke din dawî li jiyana xwe anî
5 ÇILE, 2021   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Ehlam Xêro (15) ji xelkê bajarokê Til Ezêr e.

Heya niha sedema xwekuştina jina ciwan nayê zanîn.

Hêjayî gotinê ye ku duh jî jina ciwan ya bi navê Esmehan (20) di wargeha penaberan a Îsyan a Dihokê de dawî li jiyana xwe anîbû.

Heya niha nayê zanîn bê ka sedema xwekuştina bi guman ya jinên ciwan yên Êzidî çi ye û derbarê mirinên bi guman yên jinên ciwan de heya niha ti rayedar an aliyên siyasî daxuyanî nedane.

Her wiha ti lêkolîn nehatine destpêkirin, ger lêkolîn hatibe kirin jî encamên wê nehatine parvekirin.

(cx)