'Di êrişên li ser Eyn Îsayê de sivîl dibin hedef'

Şêniyê bi navê Ehmed El-Şedad ê ji navçeya Eyn Îsayê ku di êrişan de mala wî bû hedef diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane sivîlên navçeyê dikin hedef.

'Di êrişên li ser Eyn Îsayê de sivîl dibin hedef'
4 ÇILE, 2021   19:31
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrişyên xwe yên dagirkeriyê li ser navçeya Eyn Îsayê lidar dixin. Di êrişan de sivîl dibin hedef. Di êrişa duh ber êvarî de jineke bi navê Letîfa El-Şedad û ciwanek bi navê Qusey Hesen birîndar bûn .

'SİVÎL BİRÎNDAR DİBİN'

Şêniyê bi navê Ehmed El-Şedad ji navçeya Eyn Îsayê ku  di êrişan de mala wî hate hedefkirin diyar kir ku di êrişê de hevjîna birayê wî birîndar bûn û ziyan gihiştin baxçeyê wan.

El-Şedad wiha got: "Em mirovên sivîl in. Em bi malbatên xwe re û cîranên xwe re li vir dijîn. Ji nişka ve me meyze kir, topbaran çêbû û roket li bexçeyên me ketin. Parçe hemû li erebeyê ketin û hevjîna birayê min brîndar bû."

Ehmed El-Şedad bi domdarî got: " Em sivîl in me çi kiriye! Karê me bi tu kesî re nîne. Êriş li ser me pêk tên em ê çi bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P_XBGe0ya_I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>