Çiya Kurd: Rûsya ne xwedî proje û nêrîna çareseriyê ye ku diyolog bi pêş bikeve

​​​​​​​Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd da zanîn ku hikumeta Şamê bi hişmendiya xwe pêşî li diyalogan xitimand û herî dawî li Cinêvê jî diyar bû ku hikumeta Şamê ne amade ye ku bi tu kesî re diyalogan bike û got "Rûsya jî ne xwedî proje û nêrîna çareseriyê ye ku diyolog bi pêş bikeve."

Çiya Kurd: Rûsya ne xwedî proje û nêrîna çareseriyê ye ku diyolog bi pêş bikeve
5 ÇILE, 2021   00:37
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir armanc ne tenê Eyn Îsa ye û got: “Armanca wan fireh e û Kobanê, Minbic û Cizîr di rojeva wan de ye.”

Ji bo pêşîlêgirtina li pêkanîna planan, Çiya Kurd bang li her kesî kir ku hemû tedbîrên xwe bigirin, piştgiriya QSD`ê bikin û asta têkoşînê bilind bikin.

Çiya Kurd bal kişand ser girîngiya aramî û îstiqrara herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Herêmên me wekî navenda têkoşîna li dijî DAIŞ, terorê û navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hat naskirin. Heger aramiya van herêman têk biçe dê bibe sedem ku hêzên terorîst sûdê jê wergirin û xwe bi rêxistin bikin."

Her wiha Çiya Kurd behsa girîngiya berxwedana Eyn Îsayê kir û got: "Bi Rûsyayê re tu îtîfaq li ser radestkirina Eyn Îsayê ji hikumeta Şamê re çê nebûne û em îtîfaqên wiha jî qebûl nakin. Em vê napejirînin û vê siyasetê rast nabînin. Wê Eyn Îsa di bin siya rêveberiya xwe ya xweser û hêza xwe ya parastinê QSD`ê de bimîne."

Der barê tevgera Rûsyayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd pirsên me bersivandin.

Di sala 2020’an de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rola dewletên garantor bi çi awayî bû? Nemaze rola Rûsyayê li ser hevsengiyên heyî bandoreke çawa kir?

Destpêkê sala nû li her kesî pîroz dikim. Bi hêvî ne ev sal bibe sala aştî, aramî û bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkeriyê. Di sala derbasbûyî de gelek pirsgirêkên mezin çêbûn, bi taybet di hundirê Sûriyê de. Heya niha ew pirsgirêk bê çare mane. Ev pirsgirêk bi bêçareseriyê re derbasî sala nû bû. Di sala nû de wê çi qas çareserî ji bo wan pirsgirêkan bê dîtin, mijara nîqaşê ye. Hewldan ji gelek aliyan de hene ku şer di Sûriyê de bê rawestandin û aramî li herêmê çêbe. Hewldanên Rûsyayê bi rêya komîteya destûra Sûriyê ku di encama biryara Soçiyê, civînên Cinêvê de hebûn û herî dawî tu encam ji wan nîqaşan derneket pêş. Tê payîn ku piştî ku Biden deshilatdariya rêveberiya Amerîkayê wergire, êdî siyaseta Amerîkayê wê çi be ji bo pêvajoya diyaloga çareseriyê di hundirê Sûriyê de, dê derkeve holê. Ji bo hewldanên diyalog û çareseriyê hinek mudaxele û hewldanên nû çêbin. Ew formata heyî di ber çavan re were derbaskirin, ji nû ve opozîsyon were birêxistinkirin, aktorên nû tev li pêvajoya diyalogê û çareseriyê bibin. Di vê derbarê de Rûsya bi taybet di Sûriyê de xwedî bandor û hêz e. Em her dibejin ku bêyî Rûsyayê pirsgirêka Sûriyê nayê çareserkirin, lê tenê Rûsya jî nikare çareser bike. Ji ber pirsgirêka Sûriyê bûye pirsgirêkeke herêmî û navdewletî. Gelek welatên herêmê wekî Tirkiye, Îran, welatên Ereban; welatên mezin ên wekî Amerîka, Ewropa xwedî bandor in, di pêvajoya diyalog û çareseriyê de. Dibe ku di navbera welatên bibandor de yên wekî Amerîka, Rûsya û Tirkiyê, hinek nîqaşên nû dest pê bikin ji bo bikarin rewşa Sûriyê ji nû ve di ber çavan re derbas bikin û li gorî wê pêvajoyeke nû dest pê bike.

Bandoreka çawa ya Rûsyayê di herêmên we de heye?

Rûsya di herêmên Rêveberiya Xweser de bi bandor e. Nemaze li Efrîn, Şehba, Heleb û herî dawî jî bandora wê li herêmên Minbic, Kobanê û heya beşeke aliyê Cizîrê heye. Bi taybet piştî êrişên Serêkaniyê û Girê Spî encama lihevkirina di navbera QSD`ê, Rûsya û hikumeta Şamê de ji bo rê li pêşiya firehbûna êrişên dagirkeriyê bigirin, alîkarî ji hêzên Rûsyayê hate xwestin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk raweste. Bi vî şêwazî jî dixwaze hîn zêdetir bandora xwe bi pêş bixe û xwe fireh bike. Rûsya dixwaze ku di aliyê îdarî, leşkerî, aborî, çavkaniyên aborî de serwer be. Di hundirê herêmê de plan û siyaseta Rûsyayê li ser vê bi pêş dikeve û bi carekê dixwaze hebûna Koalîsyonê û Amerîkayê ji vê herêmê derxe. Ev herêm bûye herêmek ku Rûsya û Amerîka nakokiyên xwe bi hev re safî dikin. Lewra pirsgirêkên vê herêmê bûne pirsgirêkên pir zehmet, zû bi zû nayên çareserkirin. Gelek dewletên cuda jî dixwazin di vê herêmê de nakokiyên xwe safî bikin. Banga me ji her kesî ew e ku welatê me nebe meydanek ji bo safîkirina hesaban. Daxwaza me ji hemû hêzên li herêmê ew e ku hebûna wan bikeve xizmeta çareserî û aramiya herêmê. Di herêmê de ger aloziyek bi pêş bikeve, nakokî kûr bibe, wê bibe sedema ku teror xwe zindî û bi rêxistin bike. Ji ber ku herêmên me wekî navenda têkoşîna li dijî DAIŞ, terorê û navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hat naskirin. Heger aramiya van herêman têk biçe dê bibe sedem ku hêzên terorîst sûdê jê wergirin û xwe bi rêxistin bikin.

Moskov ji ber çi ji Enqereyê re qadên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vedike?

Tê zanîn ku gelek dosya û pirsgirêk di navbera her du welatan de hene. Hin xalên ku li hev dikin, hene û hin xalên li hev nakin, hene. Der barê Idlib, Lîbya û Qerebaxê de gelek hesabên ku cuda yên her du welatan hene. Niha bi şêwazekê Rûsya dixwaze hemû axa Sûriyê têxe bin serweriya hikumeta Şamê û xwe bi hêz bike. Ji bo vê rêbaz li gel Rûsyayê gelekî cuda ne. Di hinek herêman de şer dike; wekî Idlibê, li dijî komên çete şer kir û ew paşde vegerandin û rê da ku hêzên rejîmê li wir xwe bi cih bikin. Ji bo herêma Rêveberiya Xweser jî Rûsya heman şêwazê bi kar nayne ku bi QSD`ê re şer bike. Ji bo wê jî bi rêbazeke cuda wekî ku çawa QSD û Rêveberiya Xweser Tirkiyê ji xwe re pirsgirêk dibîne, Rûsya ji vê sûdê werdigire û bi kar tîne. Dixwazin me pê bitirsînin, îradeya me bişikînin ku QSD û Rêveberiya Xweser ji vir derxin. Bi rêbazen wiha her tim van şantajan dike, dixwaze bi van şêwazan herêmê bixe bin desthilata xwe.

Di dagirkirina Efrînê de rasterast Rûsya berpirs bû. Di vê derbarê de di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de bazarek çêbû. Wekî ku çawa Efrîn beramberî Xûta û herêmên derdora Şamê ji Tirkiyê re hişt, wan koman ji wir bikişîne û Efrînê radestî dewleta Tirk bike. Ji bo Rûsya û hikumeta Şamê parastina Şamê girîng e. Parastina Şamê tê wateya vejandina hikumeta Şamê û vegerandina fermiyeta wê. Ev gefên li ser Şamê êdî bi bazareke wiha li ser Efrînê ji nû ve Şam parast û ji nû ve rejîm li ser lingan sekinand.

Di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de hin diyalog çêbûn. Gelo di wan diyalogan de rejîmê giraniya xwe nîşan da yan diyarkar tenê Moskov e?

Ji bo diyalogên cidî û heqîqî di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de çêbin divê projeya çareserî û hêzên garantor hebin ku rolekê bilîzîn û bihêlin diyalog bigihêjin encamekê. Ji ber hikumeta Şamê ne xwedî projeyekê siyasî ya diyalogê çareseriyê. Di heman demê de hişmendiya ku Şam pê tev digere hişmendiyeke nîjadperest, hişmendiya berê ye ku tu kes qebûl nake. Heya niha jî bang, daxwaz û hewldanên wan ji bo xwe ji nû ve wekî berê vegerînin, bi hêz bikin, li her cihî bi rêxistin bikin, derdikevin. Di vê derbarê de Rûsya gelek caran însiyatîf bi pêş xistin û got em dixwazin navbeynkariyê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de bikin da ku itîfaq çêbe. Lê bi rastî ew hewldan hemû bê encam man. Sedem ew bûn; hikumeta Şamê bi hişmendiya xwe rê li pêşî li diyalogan xitimand û herî dawî li Cinêvê jî diyar bû ku hikumeta Şamê ne amade ye ku bi tu kesî re diyalogan bike. Rûsya jî ne xwedî proje û nêrîn e ji bo çareseriyê diyolog bi pêş bikeve. Ji bo wê jî ne xwedî biryar û israr e ku li ser Şamê zextê çêke û bihêle diyalog bi pêş bikevin. Hin hêzên din jî bandora xwe li ser Rûsyayê dikin, wekî Tirkiye û Îranê. Ji ber ku Tirkiye û Îran jî naxwazin di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de diyalog çêbin. Ji ber wê Rûsya nade berçav ku têkiliyên xwe li gel wan welatan xerab bike. Lewra astengî bi vî rengî derdikeve pêş. Welatên desthilatdar li Kurdistanê hikumeta Şam, Tirkiyê û Îranê ji bo diyalog bi pêş nekeve û çareserî neyê afirandin, fikir, siyaset û hişmendiya wan yek e. Bi giştî armanca wan têkbirina Rêveberiya Xweser e û qirkirina mafê gelê Kurd û di serî de jiyana hevbeş a li herêmê ye.   

Gelo di rastiyê de Moskov sîstemek xweseriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze?

Siyaseta Rûsyayê ji bo Rêveberiya Xweser çi ye, gelekî nayê zanîn. Qebûl jî nake, lê rasterast nabêje bila tune be jî. Di gelek hevdîtin û nîqaşan de gotin ku hûn û hikumeta Şamê li ser xweseriyê, otonomî û federasyonê çi li hev dikin, ew biryara we ye, em nakevin nava we.  Lê rastî ew e ku naxwaze ev herêm di aliyê leşkerî, siyasî, îdarî, aborî de xweser be. Nêrîna Rûsyayê ji bo herêmên me û bi taybet Kurdan tiştê ku qebûl dike, xweseriya çandî ye. Derveyî vê di siyaseta Rûsya de tiştek cuda me nedîtiye. 

Ji vê krîza Sûriyê Rûsyayê çi sûd wergirt an jî werdigire? Di sala 2021`an de divê siyaseta Rûsyayê li herêmên we bi çi awayî be?

Divê Rûsya bi cidî kar bike û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bîne. Kiryar û binpêkirinên ku komên çete di herêmên dagirkirî de pêk tînin, divê bi dawî bibin. Heya ku ev komên çete hebin heya ku dagirkerî li ser beşên girîng axa Sûriyê de hebe, ne mimkun e ku aramî û çareserî çêbe. Pewîst e ku Rûsya bibe xwedî projeyeke çareseriya diyalogê. Heger Rûsya pêşengiyek wiha bike û roleke garantor ji bo diyalogê bilîze, wê ji bo çareseriya siyasî deriyekî mezin be. Derfetên gelek mezin li Sûriyê ava bike û bihelê Sûriyê bi hêz û xurt bibe. Wê di vê mijarê de destê Rûsyayê jî xurt bibe. Rûsya bi vê siyaseta niha wekî hinek aliyan bi hinek aliyên din bitirsîne, her bazaran bike, ji bo demên kurt kar bike, li dijî hêzên din xwe bi cih bike, lewra alozî kûrtir dibe û ev yek jî nakeve xizmeta aramî û pêvajoya heyî.

Ev komên çete yên li Idlibê, cihê metirsiyê ji her kesî re ne. Niha derbasî Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî bûne. Beriya çend rojan çeteyên bi navê ‘Hurasidîn’ ên ku di lîsteya terorê de ne û girêdayî MÎT`ê ne û bi perspektîfên wan rasterast kar dike, çalakiyên xwekujî li dijî hêzên Rûsyayê li Eyn Îsayê pêk anîn. Ev tiştekî nû ye. Ji ber wê xetere li ser Rûsyayê jî heye. Divê vê bide berçav û li dijî van komên çete têkoşîneke xurt bimeşîne ku bikeve pêvajoya çareseriyê.

Peyam ji vê çalakiya xwekûjiyê çi bû?

Rûsya li dijî wan komên çete li Idlibê êrişan pêk tîne. Li wan deran berê li dijî Rûsya mayîn teqandin û êriş li dijî Rûsyayê kirin. Îro ew komên çete li Serêkaniyê û Girê Spî tên dîtin û li Eyn Îsayê li dijî Rûsya çalakî dikin. Her kes niha dipirsê ev kom çawa gihiştîn vê herêmê? Bê guman li ser herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de hatin. Mimkun e destê dewleta Tirk têde hebe û dixwaze pê re zextê ji bo Eyn Îsa li ser Rûsyayê bike. Cardin dewleta Tirk bixwazê wan çeteyan bi destê Rûsyayê tasfiye û tine bike. Ev çalakî wekî îşaret û nameyek nû ji bo Rûsyayê ye.     

Êrişên dagirkeriyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Li ser Eyn Îsa êrişên dijwar pêk tên. Di demên dawîn de ji bo pêşî li êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê girtin di navbera QSD, hêzên Rûsyayê û hikumeta Şamê de lihevkirinek çêbû û di encamê de 3 nuqteyên çavderiyê yên hevbeş hatin avakirin. Rûxmî wê jî êriş nesekînin. Girîngiya Eyn Îsayê û planên dagirkeran çi ne?

Em vê vekirî bêjin ku plana dewleta Tirk ji bo dagirkirina hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ye. Her tim vê nîqaş dikin û li ser masê datinîn û her ji bo pêkanînê derfetan digerin. Dewleta Tirk ji bo erêkirina Rûsya û Amerîka bistînê, di aliyê siyasî, dîplomasî û îstixbaratî kar dike ku bingeh ji dagirkeriyê re ava bike. Ji bo wê jî wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember vê siyaseta dagirkeriyê û tunekirinê, her tim em şiyar bin û têkoşîn bikin. Dagirker wiha ne ku kengî derfet bibînin wê planên xwe têxin pratîkê. Ji ber wê her tim çete û dewleta Tirk hewl didin ku Eyn Îsa û gundewarên wê dagir bikin. Perçe perçe xwe li ser erdê fireh bikin ku zêde nekevê rojevê û zexteke raya giştî li ser wan zêde çênebe. Ji roja peymana "agirbestê"heya niha dewleta Tirk peyman pêk neanî û her tim peymanê binpê dike.

Eyn Îsa ji gelek aliyan de cihekî stratejîk e. Eyn Îsa navendek îdarî, siyasî ji bo Rêveberiya Xweser bû. Cihekî manewî ye. Bi dagirkirinê re dixwazin bibejin ku "Me cihê Rêveberiya Xweser dagir kir û me dawî li projeya wan anî". Eyn Îsa di aliyê cografî de jî herêmeke stratejîk e ku bajarê Heleb, Hesekê, Derazor û Kobanê digihînê hev û li ser rêya navnetewî ya ku ev rê ji bo bazirganî girîng e. Ji ber wê dixwaze navbera herêma Cizîrê, Kobanê û Minbicê qût bike. Bêgûman heger pêş bikeve dagirkerî li wir nasekine. Çawa li Efrînê destpê kir, li Serêkaniyê û Girê Spî berdewam kir niha jî hewl didin Eyn Îsa dagir bikin. Armanca dagirkeriyê fireh e û bi Eyn Îsa tenê bi dawî nabe. Kobanê, Minbic û Cizîrê di rojeva dagirkeran de ye. Ji ber wê jî em divê baş hesab bikin û li ser vê esasê hemû tedbîr û planên xwe baş bikin ku dagirkerî pêş nekeve.

Rûsya zextê li QSD û Rêveberiya Xweser dike ku herêma Eyn Îsa radestî hikumeta Şamê bike. Li Eyn Îsayê Rûsya çi siyasetê dimeşînê? Di van mijaran de geşedanên nû hene gelo?

Ji aliyê me de bi Rûsyayê re tu îtîfaq li ser radestkirina Eyn Îsayê ji hikumeta Şamê re çênebûye û em îtîfaqên wiha jî qebûl nakin. Em vê napejirînin û vê siyasetê rast nabînin. Wê Eyn Îsa di bin siya rêveberiya xwe ya xweser û hêza xwe ya parastinê QSD`ê de bimîne. Li dijî van êrişan wê li ber xwe bide. Her çi êriş çêbin wê QSD li wir parastinê bike. Ev hewldanên radestkirina Eyn Îsayê ji hikumeta Şamê re ne pêkan e, ji bo çareseriyê jî nabe alternatîf. Ya rast ew e ku Rûsya bi berpirsyariya xwe rabe ku peymana agirbestê di navbera wan û Tirkiyê de heye û zextê li ser Tirkiyê bike ku girêdayî peymana xwe bimîne. Bi vî şeklî dewleta Tirk îradeya Rûsyayê jî qebûl nake, Rûsya jî biçûk û sivik dibîne. Ji ber wê divê Rûsya xwedî helwest be. Li ser hesabên dagirkerî û qirkirina gel em qebûl nakin tu îtîfaq bi aliyan re bê çêkirin.

Ev deme e dewleta Tirk li Idlibê hin nuqteyên xwe yên çavderiyê vala dike. Siyasetmedarên herêmê vê rewşê bi êrişên li ser Eyn Îsayê ve girê didin û dibêjin ku Rûsyayê beramberî Idlibê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tawîz dane. Hûn ji bo vê yekê çi dibêjin?

Ev şîrove wê pir ne şaş be. Tirkiye nuqteyên xwe yên di nav serweriya hikumeta Şamê de mane, vala dike. Ev di bin zexta Rûsya de çêbû. Li Idlibê dewleta Tirk gav paşde diavêje. Ev ji bo rewş û siyaseta dewleta Tirk wekî binkeftinekê ye. Dibe ku dewleta Tirk wê binkeftina xwe li Idlibê veşêre û li Eyn Îsayê hin êrişan bike ku bixwaze raya xwe ya di hundirê Tirkiyê de û ji bo têkiliyê xwe yên bi çete û opozîsyonê re biparêze. Dibe ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de lihevkirineke wiha çêbûbe. Heger Rûsya ji dagirkirina hin herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re çavê xwe bigire ew ê çi qas sûdê jê wergire, Rûsya divê vê baş bixwîne. Ji ber ku dewleta Tirk rasterast ji aliyê NATO û Amerîkayê ve li dijî Rûsya tê bihêzkirin. Niha Rûsya bi vê mijûl dibe ku çawa dewleta Tirk ji Idlibê derxe. Rêdayîna dagirkeriyê ji Tirkiyê re ne ji berjewendiyên Rûsyayê re ye, divê vê baş bizane û rê nede dagirkeriyê.

Joe Biden dê 20 Çileyê deshilatdariyê ji Trump wergire. Di vê dema valahiyê de tê gotin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze êriş bike. Ji bo vê rewşê û sekna gelê herêmê hûn dixwazin çi bibêjin?

Hewldana dewleta Tirk ji bo êrişan bi taybet vê di dema valahiyê de heye. Ew dizanin ku hîna siyaseta Amerîkayê li hemberî herêmê ne zelal e. Heger dewleta Tirk êrişeke wiha bike, mimkun e Amerîka biryareke hişk li dijî Tirkiyê nede, lewra dewleta Tirk vê yekê ji bo xwe derfet dibîne. Di heman demê de Rûsya jî dixwaze vê demê ji bo xwe baş bikar bîne û jê sûd wergire. Divê em vê baş bizanin; çi Amerîka çi jî Rûsya be, ev welatên berjewendîperest in. Parastina berjewendiyên xwe esas digirin. Divê em hesabên xwe hemû li ser hêz û civaka xwe bikin. Bi vî şêwazî em xwe amade bikin û helwesta xwe bi pêş bixin. Ji têkoşîna Kobanê de diyar bû ka çawa helwesta Amerîkayê hat guhertin û piştgirî ji bo berxwedana Kobanê da. Em wekî gel û rêveberî baweriya xwe bi hêza xwe tînin ku sedema serkeftina stratejîk ev bi xwe ye. Divê bi hemû pêkhateyan re piştgiriya hêzên xwe bikin ku vê axê û rûmetê biparêzin, ew in. Derveyî vê li benda hinek hêzên din mayîn, ne mimkun e û serkeftinê jî nayne.

ANHA