Asayîşa Jin jineke Êzidî radestî Mala Êzidiyan kir

Asayîşa Jin, jineke Êzidî radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê kir da ku li malbata wê vegerîne.

Asayîşa Jin jineke Êzidî radestî Mala Êzidiyan kir
4 ÇILE, 2021   19:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî di Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê de destnîşan kir ku jina Êzidî Asîma Casim Xidir (20) a di pêngavên QSD'ê de ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bû, li bajarokê Bisêra yê Dêrazorê di rewşeke dijwar de derbas dibû.

Li gorî heman çavkaniyê, piştî ku Asîma Xidir Casim nas dike ku kesên hatibûn revandin gihan Mala Êzidiyan, biryar dide ku xwe bighîne navenda Asayîşa Jin a Hesekê.

Asayîşa Jin piştî ku der barê nasnameyê wê de lêkolîn kir, Asîma Xidir radestî Navenda Asayîşa Jin a Herêma Cizîrê kir.

Asayîşa Jin jî îro Asîma radestî Mala Êzidiyan kir da ku li malbata wê vegerîne.

Mala Êzidiyan spasiya rêveberiya Asayîşa Jin kir.

(eh)

ANHA