Evîn Cuma: Dewleta Tirk malbatên çeteyên DAÎŞ`ê li herêmên dagirkirî bi cih dike

Evîn Cuma destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya bichkirina malbatên çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Serêkaniyê hewl dide xaka Sûriyê parçe bike û tev li Tirkiyê bike. Evîn Cuma got ku ev kiryar sûcên der mirovî ne.

Evîn Cuma: Dewleta Tirk malbatên çeteyên DAÎŞ`ê li herêmên dagirkirî bi cih dike
3 ÇILE, 2021   01:29
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Meclisa herêmî ya ku dewleta Tirk li bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî ava kiriye ragihand ku ew ê nasnameyan bidin penaberên Iraqê yên li bajar.

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya hewldanên guhertina demografiya herêmên dagirkirî de, malbatên biyanî li şûna niştecihên wan herêman ên bi darê zorê hatine koçberkirin, bi cih dike.

Têkildarî mijarê, rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma ji ANHA'yê re axivî.

Evîn Cuma diyar kir ku piştî dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, dewleta Tirk a dagirker heman kiryarên ku li Efrîna dagirkirî, li wan bajaran jî pêk tîne û wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker bi armanca guhertina demografî li herêmên dagirkirî, şêniyên wan herêman dan koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyên xwe bi cih kirin.”

Di 13`ê Cotmeha 2019`an de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 785 çeteyên DAIŞ`ê bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker ji kampa Eyn Îsayê reviyane.

Evîn Cuma daxuyand ku beriya demekê zêdetirî 400 malbatên penaber ên iraqî ji aliyê dewleta Tirk ve li Serêkaniyê hatin bicihkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişî kampa Eyn Îsayê kir, malbatên çeteyên DAIŞ`ê ji kampê revandin. Piştre ew malbatên DAIŞ`î li herêmên dagirkirî hatin bicihkirin.” 

Evîn her wiha diyar kir ku di 23`yê Kanûnê de Meclisa Herêmî ya Serêkaniyê ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker biryarek ji bo dayîna nasnameyan ji penaberên iraqî re da û wiha domand: “Beriya ku dewleta Tirk a dagirker bajarê Serêkaniyê dagir bike, tenê du malbatên Iraqî li wir hebûn, ew jî di dema êrîşên dewleta Tirk ji herêmê derketin. Ew bi vê yekê ne tenê dixwaze demografiya herêmê biguherîne, lê belê dixwaze wan herêman ji xaka Sûriyê qut bike.”

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma Evîn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta dagirker dixwaze nexşeya Sûriyê biguherîne û şêniyên resen ji herêmên wan bide koçberkirin. Ew bi vê yekê mafên mirovan binpê dike.”

 (cx)

ANHA