‘Li pişt tecrîda li dijî rêbertî dewletên cîhanê yên hegemon hene’

Çalagkerên jin ên herêma Firatê gotin: " Li pişt tecrîda ku rejîma Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, piraniya dewletaên cîhanê yên hegemon hene. Armanc ji vê tecrîdê ew e ku nehêlin perspektîfên nû yên rêbertî derkevin."

‘Li pişt tecrîda li dijî rêbertî dewletên cîhanê yên hegemon hene’
3 ÇILE, 2021   03:36
KOBANÊ-NÎHAD KERIO

Beriya 22 salan rêber Ocalan li gelek dewletên cîhanê gerî ku lê bi cih bibe, lê belê paytexta Kenya, Nairobî stasyona dawî ya rêbertî bû. Li wir îstîxbaratên dewleta Tirk bi alîkariya piranî îstîxbaratên dewletên cîhanê, ew girtin.

Desthilatên Tirk tecrîda li dijî wî girantir kiriye, nahêle malbat û parêzerên wî serdanê bikin. Lê tevî tecrîda girankirî hê jî rêxistinên idîaya mafên girtiyan dikin, bê deng in.

‘NE BERJEWENDIYA PDEWLETÊN HEGAMON IN, TECÎRD WERE RAKIRIN’

Di vî warî de, berdevka Kongreya Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl got ku rêbertî ji bo tevahî gelên herêmê tê dikoşe, di girtîgeha Îmraliyê de jî her tim perspektîfan dide. Ev yek jî bandoreke neyênî li rejîmên faşîst dike yên ên ku hewl didin bi rêya fikirên xwe yên jehr hişê gelên herêmê kontrol bikin.

Mizgîn Xelîl wiha domand: "Destên piranî dewletan, bi taybet rejîmên monarşî û hin rejîmên ku bûne bermonarşî di ferzkirina tecrîda li dijî rêbertî de heye, ji ber ditirsin ku gel ji bin kontrola wan bi derkeve."

‘SEDEMA TECRÎDÊ FIKIR Û FELSEFEYA AZAD E'

Berdevka Komîteya Jinan a Meclisa Edaletê ya herêma Firatê Felek Yûsif  diyar kir ku felsefeya azad a rêbertî hişt ku dewletên faşîst li hesabên xwe vegerin , di dawiyê de gihaştin çareyekê ku tecrîda giran li dijî rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de ye. Da ku fikirên nû yên rêbertî dernekevin derve û nebin çareya krîzên li Rojhilata Navîn.

Felek Yûsif wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em dikarin bêjin ku nakokî û şerên li herêmê, bi taybet ên li çar parçeyên Kurdistanê rû didin, ji qetilkirin, şewitandina bajar, topbaranên bêserûber, komploeya navneteweyî û beşdariya dewleta Tirk di van sûcan de, tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şîrove dikin."

Felek Yûsif destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ji gelên herêmê re isbat kir ku rola fikirên rêber Ocalan di birêvebirina gel de ya ber ewlehiyê ve pir girîng e û got, ji berê vê yekê divê gelên li herêmê yekitiya xwe ava bikin, da ku vê tecrîdê bişikînin.

Felek Yûsif rola rêxistinên idîya parastina mafên mirovan, şermezar kir ku tenê rola temaşeker, di gel tecrîda li dijî rêber Ocalan de, dilîze.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uLKlswga1lA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>