Êlên Ereb bêdengiya Rûsya şermezar kir û piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan dan

Şêx û rûspiyên êlên Reqayê piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan dan û gotin ku Rûsya bi bêdengiya xwe îsbat dike ku di rijandina xwîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şirîk e.

Êlên Ereb bêdengiya Rûsya şermezar kir û piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan dan
3 ÇILE, 2021   02:19
REQA-EHMED EL-ESAF

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî Eyn Îsayê didomînin. Her wiha hewl didin derbasî nava herêmê bibin û rêya navneteweyî M4 kontrol bikin.

Derbarê mijarê de rûspiyê êla Sabxa, Mihemed Tirkî El-Sewan got: “Roj bi roj siyasetên dewleta Tirk ên li dijî herêmê diyar dibin. Bi armanca têkbirina projeya netewa demokratîk û Rêveberiya Xweser a ku ji tevahiyan re bûye nimune, bi awayekî hovane êrişî Eyn Îsayê dike.”

El-Sewan piştrast kir ku projeyên dewleta Tirk beriya ku pêk werin jî binkeftî ne, ji ber ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hemberî wê kelehek asê ne û wiha domand: “Di nav QSD`ê de hêzên biyanî yan jî çete tune ne, hemû ji ciwanên herêmê ne. Ew jî amade ne canê xwe ji bo welatê xwe feda bikin.”

El-Sewan îşaret pê kir ku Rûsya ya qaşo garantor e di rijandina xwîna gelê Sûriyê de bûye şirîk  û dixwaze bi rêya vejandina DAIŞ`ê herêmê veguherîne herêmeke ne ewle.

El-Sewan berxwedana QSD`ê li eniyan silav kir û piştrast kir ku ew piştgiriya wan dikin.

Rûspiyê êla El-Elî, Şêx Remadan El-Rehal yekitiya axa Sûriyê destnîşan kir ku û got: “Sûriyê ji bo hemû gelê wê ye. Ev axa me ye, em wê ji kesekî re bernadin. Rûsya ji bo ku destkeftiyên ne rewa bi dest bixe, bêdeng e û rola xwe wekî garantor bi cih nayine, fêlebaziyê dike û rê dide dewleta Tirk û çeteyên wê ku komkujiyên din li dijî gelên herêmê pêk bîne.”

El-Rehal bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku erka xwe bi cih bîne, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê rawestînin. Rê li pêşiya hovîtiya Erdogan û çeteyên wê bigirin û lêpirsînekê girêdayî sûcên wan ên li dijî gelên herêmên dagirkirî veke.

(şx)

ANHA