Rojnameyên erebî: Çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrişî baregeheke Rûsya li Sûriyê kirin

Rojnameyên erebî yên îro derketine têkildarî êrişa li dijî baregeha Rûsya ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aloziya di navbera Amerîka û Îranê de û aloziya tevgera El-Nehda li Tunisê, nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrişî baregeheke Rûsya li Sûriyê kirin
2 ÇILE, 2021   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

ÇETEYÊN HURAS EL-DÎN ÊRIŞÎ BAREGEHEKE RÛSYA LI SÛRIYÊ KIRIN

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Di demekê de ku hêzên hikumeta Şamê bi piştgiriya Rûsya li çolistana Sûriyê operasyoneke berfireh li dijî çeteyên DAIŞ`ê da destpêkirin, duh hate ragihandin ku erebeyeke bombebarkirî li nêzî baregeheke Rûsya li Til Semin a gundewarê bakurê Reqaê (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) teqiyaye û hejmareke leşkerên Rûs birîndar bûne. Rêxistina “Huras El-Dîn” ku ji “Heyet Tehrîr El-Şam” veqetiyayî û girêdayî rêxistina terorîst “El-Qaîdeyê” ye, êriş girt ser xwe.”

Rojnameyê di dewama nivîsa xwe de got: “Ev êrişa yekem a komeke girêdayî El-Qaîdeyê li dijî hêzên Rûsya yên li Reqayê ye. Her wiha êrişa yekemîn e ku  “Huras El-Dîn” li derveyî nuqteyên xwe yên sereke li Idlibê (bakur rojavayê Sûriyê) pêk tîne. Berê jî “Huras El-Dîn” peymana agirbestê li bakur rojavayê Sûriyê ya ku 2018`an di navbera Tirkiyê û Rûsya de li Soçî pêk hat, red kiribû.”

ÎRAN JI DERBEYEKE AMERÎKÎ BI FIKAR E

Rojnameya Ukaz jî li ser aloziya di navbera Amerîka û Îranê de wiha nivîsî: “Hemwextî zêdebûna rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de, fermandarê Feyleq El-Qudis ê girêdayî Pasdarên Îranê Îsmaîl Qanî behsa pêkanîna çalakiyên terorîst li hundirê Amerîkayê kir.”

Bi nêzîkbûna salvegera yekemîn a kuştina Qasim Suleymanî re ku 3`ê Çileya borî bi êrişeke asîmanî li nêzî balafirgeha Bexdayê hatibûn kuştin de, Qanî duh (Înê) got piştî kuştina Suleymanî di êrişa Amerîkayê de, dê Tehran dev ji berxwedanê bernede.

Di heman çarçoveyê de, nûnerê Îranê li NY`yî nameyek ji rêxistina navneteweyî re şand û ew ji bandorên kiryarên Amerîka yên muhtemel li dijî Îranê hişyar kir.

ÎSTIFAKIRINA FERMANDAREKÎ DIN, BIRÎNÊN EL-NEHDA DÎSA VEDIKE

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî ka ûbarên Tunisê wiha nivîsî: “Yek ji fermandarên sereke yên Tevgera El-Nehdayê îstifa kir. Îstifayên di nava tevgera îxwanî de yên ji ber kiryarên serokê wê El-Xenûşî û kesên nêzî ve, dewam dike.”

(cx)