Nûnerên eşîran ên Helebê li dijî êrişên dewleta Tirk piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan dan

Nûnerên eşîran ên li Helebê têkildarî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan dan û gotin ku Rûsya bi bêdengiya xwe destekê dide dewleta Tirk da ku êrişan pêk bîne.

Nûnerên eşîran ên Helebê li dijî êrişên dewleta Tirk piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan dan
2 ÇILE, 2021   09:15
HELEB-ARIF SILÊMAN

Di demên dawîn de êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Eyn Îsayê zêdetir bûne û hêzên Rûsya ku wekî hêzeke garantor e çavên xwe ji êrişan re girtiye.

Rûspiyên eşîran ên li Helebê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan dan.

Rûspiyê eşîra Demalxa, Umer Mihemed êrişên dewleta Tirk a dagireker şermezar kir û got: "Dewleta Tirk vegerandina Osmaniyan xeyal dike. Lê em qabûl nakin ku ev yek li ser erdê me pêk were. Ji ber ku ew dem derbas bûye û gel jî hatiye guhartin."

Mihemed got ku ew destekê didin QSD`ê û wê tu carî qebûl nekin ku QSD`ê rastî zextan were.

Endama Komîteya Rûspiyên Eşîrên Helebê Semîra Elûş jî axivî û destnîşan kir ku komploya li dijî Eyn Îsayê berdewamiya komployên ku li ser xaka Sûriyê hatine pêkanîn e.

Semîra Elûş di berdewamiya gotina xwe diyar kir ku bi saya QSD'ê herêma Eyn Îsayê yek ji herêmên bi ewle yên li Sûriyê ye. Ji ber vê vê yekê di pêvajoya salên şer de gelek koçberên ji cihên cuda yên Sûriyê berê xwe dabûn wê herêmê û lê bi cih bûbûn.

Semîra îşaret pê kir ku Rûsya wekî hêzeke garantor tu helwestê li hemberî êrişên dewleta Tirk nîşan nade û got: "Ev yek dide diyarkirin ku Rûsya bi bêdengiya xwe piştgiriyê dide êrişên dewleta Tirk."

Rûspiyê eşîra Bo Şaban Cilewî, Hemed El-Cabir jî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê û tevahî axa Sûriyê şermezar kir û destnîşan kir ku ew ê li kêleka hêzên QSD`ê bisekinin û li dijî terorîst û dagikerên ku êrişî xaka Sûriyê dikin şer bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/J4JGkm4Pthw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>