​​​​​​​Koçbereke ji Girê Spî: Xwesteka me ne alîkarî ye, lê derxistina dagirkeran e

Koçbera ji Girê Spî Şerîfa Mihemed bang li rêxistinên navneteweyî kir ku li ser hesabê dosya koçberan bazirganiyê nekin û got ku xwesteka wan a sereke ne alîkarî ye, lê derxistina dagirkeran e.

​​​​​​​Koçbereke ji Girê Spî: Xwesteka me ne alîkarî ye, lê derxistina dagirkeran e
2 ÇILE, 2021   07:35
KOBANÊ-NÎHAD KERIO

Di encama êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî bajarê Girê Spîde  ku sala 2019'an pêk hatin, bi hezaran sivîl koçberî kampa koçberên Girê Spî ya li gundê Til Semin ê bakurê Reqayê bûn û hejmarke din jî koçberî bajarê Kobanê bûn.

Ji van koçberan, Şerîfa Mihemed a ji bajarê Girê Spî ye û niha gundê Eyn El-Bet ê rojhilatê Kobanê dimîne.

Şerîfa Mihemed diya 8 zarokan e (5 kur û 3 keç), niha jî li mala xizmekî xwe yê li gund dijî. Mala ku Şerîfa û kufletên xwe lê dimînin tenê odeyek e, ku jê re bûye cihê xewê, xwarin û şûştinê.

/kr/uploads/files/2021/01/02/073616_-3.webp

Xwesteka yekane ya Şerîfa ew e ku li bajarê xwe vegere, dibêje ku ew di bin topbarana dewleta dagirker de ji bajarê xwe derket û ne ji dagirkirinê bûya dê niha li ser xaka xwe bi aramî û aştî bijiya.

ꞌEM Ê VEGERIN Û HÛN Ê ŞIKESTÎ DERKEVINꞌ

Şerîfa Mihemed ev yek li gotina xwe zêde kir: "Jiyana li vê odeya biçûk ji min re xweştir e ji ku ez di bin desthilata dewleta Tirk û çeteyên wê de bimînim. Ez ji dagirker û çeteyên wê yên ku li malên me dimînin re dibêjim ku em ê vegerin û hûn ê şikestî derkevin."

Şerîfa Mihemed da zanîn ku tiştekî wê li vir tune ye, mal û milkên wê li bajarê wê yên dagirkirî mane û dibêje ku hêviya wê ya vegera li warê xwe piştî rizgarkirinê mezin e.

Şerîfa Mihemed diyar kir ku ew bi çenteyekî biçûk ji bajarê xwe derket, piştî derketinê kesên li bajar man agahî dan wan ku çeteyan mala wê talan kirine.

Şerîfa Mihemed di dawiyê de bang li rêxistinên ku alîkariyê didin koçber kir û got ku li ser hesabên dosya koçberan bazirganiyê nekin û wiha got: " Ji ber ku pêwîstiya wan bi alîkariyên we tuneye, bi qasî ku pêwîstiya me axa me ya ku ji me hatî dizîn heye. "

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bF6jsgo-zvQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>