Mele Newaf: Şandina çeteyan bo Heftanînê li ser Rojhilata Navîn xeteriyeke mezin e

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Beşîr Mele Newaf diyar kir ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna planên xwe, ajandeyên dewletên din bi kar tîne û wiha got: "Şandina çeteyan ji bo Herêmên Parastinê yên Medyayê ne tenê li ser kurdan, di heman demê de li ser tevahî Rojhilata Navîn xeter e."

Mele Newaf: Şandina çeteyan bo Heftanînê li ser Rojhilata Navîn xeteriyeke mezin e
2 ÇILE, 2021   02:18
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Li gorî raporên ku hatine belavkirin, dewleta Tirk a dagirker piştî Lîbya û Qerebaxê, çeteyên li Sûriyê dişîne herêma Heftanînê, da ku dagirkeriya xwe mayînde bike. Çeteyên ku dişînin Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ji endamên Partiya Turkistanî ya Îslamî yên Uygûr, Çeçen, Ozbek, Tacik û çeteyên ji Asyaya Navîn pêk tên.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Beşîr Mele Newaf diyar kir ku ji destpêka Şoreşa "Buhara Ereban" ve, Tirkiyê li ser ewlehiya Rojhilata Navîn bû çavkaniya xeteriyê û niha jî destwerdana gelek herêmên din dike.

Mele Newaf da zanîn ku Tirkiyê hewl dide dest deyne ser tevahî herêmên gelê Kurd, da ku armancên mêtîngeriyê yên pêşiyên xwe pêk bîne û xelîfeta Osmanî ji nû ve vejîne. Mele Newaf got, dewleta Tirk ji bo vê yekê bi ser bixe rewabûna ku ji dewletên emzin girtiye bi kar tîne.

Mele Newaf îşaret pê kir ku hemû şoreşên kurdan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin tekbirin û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk sedema binketina 27 şoreşên Kurdan ye. Îro jî bi hemû rêbazan hewl dide tevgera rizgariya Kurdistanê bi dawî bike, ji ber ku tevgera rizgariyê hemû planên wê têk birine."

Mele Newaf wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk Şoreşa Rojava bi kar anî û gelê herêmê da koçberkirin da ku koçberan ji bo berjewendiyên xwe wekî ajande û çete bi kar bîne. Îro jî wan ji bo dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne. Ev liv û tevgerên Tirkiyê xeteriyeke mezin li ser tevahî gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî gelê Kurd.”

ꞌTIRKIYE JI BO PÊKANÎNA PLANÊN XWE DESTÛRÊ JI DEWLETÊN MEZIN DIGIREꞌ

Mele Newaf diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya baregehên xwe yên li herêmên Başûrê Kurdistanê ku ji beriya çend salan ve ava kirine, hewldana dagirkirina herêmên Başûr dike û wiha domand: "Hişmendiya şofînîst û nîjadperest a dewleta Tirk sedema berdewamkirina van planan e. Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe pêk bîne ajandeyên dewletên din bi kar tîne, li gel vê ji bo pêkanîna planên xwe destûrê ji dewletên mezin digire, ji ber ku bêyî erêkirina hêzên mezin û serwer ên li herêmê wekî Yekitiya Ewropa û Amerîkayê, ne mumkin e ku van binpêkirinan pêk bîne."

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Beşîr Mele Newaf di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekitiya kurdî û got: " Heke xîtabekî hebeş ê Kurdan hebûya, dewleta Tirk nedikarî çeteyên xwe bişandana Heftanînê.”

(eh)

ANHA