​​​​​​​Rewşenbîr: Gelê herêmê gelekî berxwedêr û têkoşer e

Rewşenbîran piştrast kir ku dewleta Tirk ji êrişên xwe yên dawîn ên li dijî herêmê armanc dike herêmên dîtir dagir bike, demografiya wê biguher û qirkirina etnîkî pêk bîne û gotin ku baweriya wan bi gelê herêmê yê berxwedêr û têkoşer heye.

​​​​​​​Rewşenbîr: Gelê herêmê gelekî berxwedêr û têkoşer e
2 ÇILE, 2021   04:26
MINBIC

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet navçeya Eyn Îsayê berdewam in. Ev zêdetirî mehekê ye ku çeteyên dewleta Tirk hewl navçeyê dagir bikin.

Dewleta Tirk a dagirker dem demê êrişî gundên Minbicê yên nêzî li herêmên ku dagir kirine, gundên din ên li Şehbayê, Til Temir û navçeya Zirganê dike.

`HEWL DIDE DEMOGRAFYAYA HERÊMÊ BIGUHERE'

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Minbic û gundewarê wê Ehmed El-Yûsif îşaret pê kir ku ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê diyar dibe ku ew dixwaze demografiya herêmê biguhere, bakurê Sûriyê parçe bike da ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lawaz bike.

El-Yûsif helwesta Rûsya ya garantor a li hemberî êrişên dagirkera Tirk şermezar kir û got ku ew dixwaze fişarê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike da ku herêm radestî hikumeta Şamê were kirin. Lê gelê herêmê gelek berxwedêr û têkoşer e û bi hêsan teslîm nabe.

Derbarê encamên siyasetên derve yên dewleta Tirk li ser hundirê Tirkiyê de, El-Yûsif got: “Li Tirkiyê ji ber siyasetên derve yên êrişeker ên li dijî gelên herêmê, nakokî heye.”

METIRSIYÊN RÛDANA KOMKUJIYAN

Têkildarî heman mijarê endama Yekitiya Rewşenbîran a li Minbicê Rûla Osman da zanîn ku projeya rastîn e dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêmê dagir bike, demografiya wê biguher û qirkirina etnîkê pêk bîne.

Rûla wiha domand: “Lihevkirinek di navbera Rûsya û dewleta Tirk de heye. Ew dixwazin fişarê li Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin da ku tawîzan bide hikumeta Şamê û hêdî hêdî wê ji qada navneteweyî dûr bike.”

Rûla Osman îşaret pê kir ku ji ber topbaranê û tunebûna ewlehiyê rewşa jinan û zarokan li Eyn Îsayê gelek xirab e û metirsî hene ku komkujî li dijî wan pêk werin.

Rûla Osman di dawiyê de bang li dewletên Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî plana dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên Sûriyê bisekinin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Hn9lcu4vWsE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>