Dagirker rojane sivîlên gundewarê Minbicê dikin armanc

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên bakur û rojavayê Minbicê bi çekên giran topbaran dikin û malên  sivîlan wêran dikin.

Dagirker rojane sivîlên gundewarê Minbicê dikin armanc
2 ÇILE, 2021   07:29
MINBIC-SELWA EBDULREHMAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi domdarî gundên Ereb Hesen, Toxar, Qertwêran, Korhiyok, Seyadê, Dendeniyê û gelek gundên li hemberî eniyên şer topbaran dikin û jiyana bi hezaran şêniyên van gundan dixin xeteriyê.

/ar/uploads/files/2021/01/02/072031_manbag-kasf-kra-mnbag-samala-wkrba-28129.webp

Hêzên dagirker ji baregehên xwe yên "Humat El-Kirad" ( Parastina Kurdan) a li hemberî gundê Ewn Dadad a li bakur  Minbicê û "Şêx Nasir" a li hemberî gundê Qertwêran ê li rojava, gundên navborî bi çekên giran topbaran dikin.

Jiyana sivîlan ji bo dewleta Tirk ne xem e, ji ber vê yekê hemû rêbazan bi kar tîne da ku berjewendiyên xwe li Sûriyê pêk bîne.

Li gorî şopdarên rewşa Sûriyê, armanca dewleta Tirk ji van êrişan, ewlehiya li herêmên Rêveberiya Xweser têkbirin e. Her wiha hin kesên din jî van êrişan bi hewldana koçberkirina sivîlan û valakirina herêmê ve girê didin. Da ku ji bo dagirkirinê ji xwe re bingeh ava bike.

ꞌARTÊŞA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ HER TIM ME DIKIN ARMANCꞌ

Şêniyê bi navê Mihemed Elûş ê ji gundê Ereb Hesen ê ku 20 km dûrî navenda bajarê Minbicê ye got: "Di saetên derengî şevê de gund tê topbarankirin, ji ber vê yekê sivîl ditirsin. Em di malên xwe de ne û em êrişî tu kesî nakin, lê her  tim em dibin armanca çeka artêşa Tirk û çeteyên wê."

Elûş destnîşan kir ku ji ber topbarana domdar a li dijî gundê wan ê tije sivîl, di rewşeke pir xirab de ne û got, nîşana topbaranê li ser dîwarên malên wan xuya dike.

Mihemed Elûş di dawiya axaftina xwe de got ku ew ê heta kêliya dawîn di malên xwe de bimînin û li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Di encama topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gundên Minbicê de, gelek ziyan gihane malên sivîlan û gelek kes jî bûne qurban. Her wiha bi dehan cotkar dev ji zeviyên xwe yên nêzî herêmên dagirkirî berdan û jêdera debara wan e.

ꞌARTÊŞA TIRK RASTERAST SIVÎLAN  DIKE ARMANCꞌ

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Hemza Elî Hemza got ku artêşa Tirk rasterast sivîlan dike armanc, ziyanê digihîne malên wan û wiha dawî got: " Artêşa Tirk rojane guleyan li  sivîlên ku li malên xwe ne dibarîne da ku nehêlin rihet bijîn."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê lihevkirina agirbestê ya di 2019`an de di navbera Rûsya, Amerîka û dagirkeriya Tirk de hatibû mohrkirin bin pê dike û ev demek e ku êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet navçeya Eyn Îsayê zêde kirine.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qqR3PLFmUFo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>