Brîtanya bi fermî ji Yekitiya Ewropayê derket

Piştî nêzî 50 salan ji endamtiya YE`yê, peymana “Brexit” pêk hat û Brîtanya ji Yekitiya Ewropayê bi fermî derket.

Brîtanya bi fermî ji Yekitiya Ewropayê derket
1 ÇILE, 2021   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî nêzî 50 salan ji endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) û 4 sal nîvan ji peymana Brexitê, Brîtanya bi fermî ji YE`yê derket.

Şeva din, Brîtanya bi awayekî fermî ji YE’yêderket, lê ji bo kêmkirina bandorên vê biryarê niha derketin li ser qonaxeke demkî pêk tê.

Êdî ji 1`ê Çileya 2021`an ve, Brîtanya pîvanên YE`yê pêk nayne û zêdetirî 500 milyon kes nikarin wekî berê bi hêsanî derbasî xaka Ewropayê û 27 welatên YE`yê bibin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson derketina welatê xwe ji sûka Ewropayê ya yekbûyî wekî “kêliyeke xweş” bi nav kir.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron roja pêncşemê di axaftina xwe ya ji bo gelê Fransayê de wiha gotibû: “Tevî derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê jî, lê dê Brîtanya wek dost û hevalbenda me bimîne.”

(cx)