Civakeke birêxistinkirî misogeriya jiyana komînal e

Bi armanca avakirina civakeke exlaqî û demokratîk a li ser bingeha rihekî hevbeş, Tevgera Civaka Demokratîk li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê gelek yekitî ava kirin.

Civakeke birêxistinkirî misogeriya jiyana komînal e
1 ÇILE, 2021   11:10
HELEB

Bi armanca birêxistinkirina civakê ber bi jiyaneke komînal a li ser rêgezên neteweya demokratîk ve Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Helebê yekitiyên gelek beşan ava kirin.

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de diyar dike ku bi jiyana komînal mirovahî, edalet, mafên mirovan, cihê ku wekheviya di navbera mêr û jinan de pêk tê, jin ji milkiyeta mêran xilas dibin û qada hevjiyana azad çêdibe.

Ji lew re mirov dikare pênaseya Komînê wiha bide; şêwazê jiyana demokrat û komînal. Ew bi awayekî rasterast birêxistinkirinên bingehîn ên demokratîk in. Yekîneyên civaka exlaqî û siyasî ne.

Bi kurtasî  ew taybetmendiyên erênî mîna yekitiya azad, wekhevî, hevgirtin û parvekirinê ji xwe ji esas digire û giyaneke afirîner çêdike. Her wiha ew nimûneya civaka birêxistinkirî ya li derveyî çarçoveya dewletê ye.

AVAKIRINA CIVAKA EXLAQÎ Û DEMOKRATÎK

Têkildarî armanca ji avakirina yekitiyan hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Helebê Sûad Hesen ji ANHA`yê re axivî û rol û girîngiya wê ji civakê re diyar kir û got: "Armanca avakirina yekitiyan ew e ku civakeke exlaqî û demokratîk ava bibe û ji bo pêkanîna hevgirtinê, tevahiya civakê cihê xwe tê de bigire.”

Sûad Hesen wiha domand: “Ji bo civakê bi taybet kesên ku têkiliyên wan bi meclis û komînan re tune ye, me dest bi avakirina projeya demokratîk kir. Ji bo nûnertiya wan were kirin, ev yekitî hatin avakirin.”

Di 2020`an de TEV-DEM`ê girîngî da avakirina yekitiyan. Di wê çarçoveyê de derdora 25 yekitî hatin avakirin.

Sûad da zanîn ku di 2020`an de dermanxane, karkerên tenduristiyê, karker, hunermend, mamoste, bijîşk, bazar û qehwexane, beşên ku ji 18 beşan pêk tên, hatin avakirin. Her wiha 7 beşên din hatin avakirin. Li gel vê yekê Mala Êzidiyan a li Helebê piştgirî dayê.

Yekitiyên ku hatine avakirin li gorî rêziknameyên xwe rolek di xurtkirina giyanê komînal de di navbera kesên ku tev lê bûne de, lîst.

Têkildarî bandora yekitiyan li ser civakê Sûad Hesen mînakek der barê rola wan di aloziyê de nîşan da, aloziya herî dawîn jî ya belavbûna vîrusa koronayê bû û wiha anî ziman: "Sala 2020`an saleke dijwar bû, nexasim bi belavbûna vîrusa koronayê re û bandorên derûnî, madî û manewî yekitiya hilberînerên cilan, madeyên dezenfektekirinê li malbatên li taxê belav kirin.”

Sûad Hesen da zanîn ku Yekitiya Dermanxaneyan jî 120 çenteyên tenduristiyê belav kirin.

Di heman demê de yekitiyê bi rêya alîkariyên komî yan jî kesayetî yên ku jê re dihatin pêşkêşkirin, lêçûnên dermankirina hinek kesan girte ser xwe.

PLANSAZIYÊN HEYÎ

Sûad Hesen têkildarî hevkariya bi Yekitiya Bijîşkara re eşkere kir ku di plansaziya wan de ku lênûskên tenduristiyê ji endamên yekitiyên karkeran û mamosteyan re çêkin, da ku nîvê heqdestê bijîşkan bidin.

Tê payîn ku bi boneya sersalê Yekitiya Rewşenbîran diyariyan li zarokan belav bike.

Sûad Hesen got ku ew gihaştin dawiya vê salê û hîna jî ew hewldana avakirina yekitiyên beşan berdewam in.

Hevseroka TEV-DEM`ê Sûad Hesen di dawiya gotina xwe de gothin yekitî di qonaxên avakirinê de ne, ji wan; yekitiya dikandaran û hewldana piştgiriya ji odeya pîşesazan û bazirganên hevbeş têne kirin.

(eh)