Li Iraqê di salvegera kuştina Qasim Suleymanî de seferberya ewlehiyê

Saziyên ewlehiyê yên Iraqê bi rasthatina salvegera yekemîn a kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mihdî El-Muhendis re hêza xwe li Herêma Kesk zêde kir.

Li Iraqê di salvegera kuştina Qasim Suleymanî de seferberya ewlehiyê
1 ÇILE, 2021   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Hizbullaha Iraqê li gel nêzîkbûna salvegera yekemîn a kuştina fermandarê Feyleq El-Quds a Artêşa Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî û fermandarê Heşd El-Şabî Ebû Mihdî El-Muhendis di destpêka Kanûna sala borî de di encama bombebarana Amerîkayê de, li paytexta Iraqê Bexdayê belav bûn. Ji bo wê saziyên ewlehiyê yên Iraqê hêza xwe li wê deverê xurt kirin.

Di heman çaçroveyê de, serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî got: “Di bin navê çi de dibe bila bibe, em nahêlin tu kes serdestiya dewletê derbas bike."

Li aliyekî din El-Erebiye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ewlehiyê yên li Iraqê, ragihand ku gelek endamên Hizbullahê li Bexdayê belav bûne, ji ber wê saziyên ewlehiyê yên têkoşîna li dijî terorê hêza xwe li Herêma Kesk zêde kirin.

Serokê koma “Esab Ehlî El-Heq” Qeys El-Xezelî di daxuyaniyên çapemeniyê de diyar kir ku hedefgirtina balyozxaneya Amerîkayê nayê qebûlkirin û zirarên wê ji sûda wê pirtir in.

Der barê hedefgirtina Suleymanî û El-Muhendis de El-Xezelî got: “Diviyabû bersiva Iraqê ji ya Îranê bi hêztir bûya.”

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Kiwêtê re hişyarî ji tevgerên Amerîkayê yên biguman ên li herêmê da.

(şx)