Şêniyên gundên nêzî herêmên dagirkirî: Ev axa me ye û em dev jê bernadin

Şêniyên gundê Dirdarê yê Til Temirê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nerazîbûn nîşan dan û gotin: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê jiyana me wêran kirin û aramî û ewlehiya herêmê têk birin."

Şêniyên gundên nêzî herêmên dagirkirî: Ev axa me ye û em dev jê bernadin
Şêniyên gundên nêzî herêmên dagirkirî: Ev axa me ye û em dev jê bernadin
Şêniyên gundên nêzî herêmên dagirkirî: Ev axa me ye û em dev jê bernadin
Şêniyên gundên nêzî herêmên dagirkirî: Ev axa me ye û em dev jê bernadin
1 ÇILE, 2021   10:33
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber berdewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker duh gundê Dirdarê bi çekên giran û obusan topbaran kir.

Şêniyên gundê Dirdarê yê Til Temirê gotin: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jiyana me wêran kirin û aramî û ewlehiya herêmê têk birin".

Nasir El-Feris diyar kir ku duh derdora saet 9:00'ê şevê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundê wan topbaran kirin. Di encama topbaranê de ziyanên canî çênebûn, lê gelek malbat koçberî herêmên bi ewle bûn.

El-Faris wiha lê zêde kir: "Sala 2020`an ji bo me saleke trajedîk bû. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker bi awayekî domdar ne tenê gundê me, lê belê hemû gundên di navbera navçeya Til Temir û Zirganê de yên li ser sînor, topbaran dikir."

El-Faris bi hêrs got: "Dagirker nahêlin em erdên xwe biçînin û bi aramî bijîn. Lê ev ax axa me ye û em dev jê bernadin."

Şêniya bi navê Zehra El-Elêwî jî wiha got: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê duh bi dijwarî gundê me topbaran kirin, zarokên me pir tirsiyan, ji ber wê yekê em neçar man ji gund derkevin."

Zehra bi domdarî got: "Dagirkeriya Tirk jiyana me wêran kiriye û bêserûber her tiştî dike armanc, ne zarokan û ne jî kesên temenmezin nas dike."

Zehra di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji nirxên mirovahiyê dûr in û binpêkirinên wan li dijî sivîlan nayên pênasekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rûsyaya garantor û hêzên hikumeta Şamê li hemberî êrişên li dijî herêmê tenê wekî temaşevan dimînin û bersiva êrişan nadin.

(dm)

ANHA