Rojnameyên erebî: DAIŞ li çolistana Sûriyê çalak dibe

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî çalakbûna DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê, aloziya di navbera Amerîka û Îranê de û rewşa Lîbyayê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: DAIŞ li çolistana Sûriyê çalak dibe
1 ÇILE, 2021   08:36
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DAIŞ`Ê ÊRIŞA LI DIJÎ HÊZÊN HIKUMETA ŞAMÊ GIRT SER XWE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Duh DAIŞ`ê êrişa li dijî otobuseke leşkerî ya li ser rêya çolistana Sûriyê li hundirê parêzgeha Dêrazorê, girt ser xwe.

Çeteyên DAIŞ`ê gotin di êrişê de 40 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin, ku ev êriş ji aliyê wendahiyên canî yên hêzên hikumetê ve, êrişa herî mezin a DAIŞ`ê di sala 2020`an de ye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di êrişê de cenazeyên hin kuştiyên Furqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê şewitîne û rewşa hin birîndaran giran e.

Di wê derbarê de, duh Koalîsyona Navneteweyî li çolistana bakur rojhilatê Dêrazorê ji helîkopertan leşker danîn, her wiha balafirên bêpîlot û helîkopteran li asîmanê herêmê digeriyan. Hate ragihandin ku hêzên koalîsyonê nuqteyeke çeteyên DAIŞ`ê hedef girt û di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Li aliyekî din balafirên şer ên Rûsyayê di 24 saetan de li herêmên bicihbûna çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê ya girêdayî parêzgehên Dêrazor, Humis, Reqa, Hema û Helebê zêdetirî 60 êrişên asîmanî pêk anîn.”

‘DI SALVEGERA KUŞTINA SULEYMANÎ Û EL-MUHENDIS DE IRAQ LI PÊŞBERÎ SENARYOYA TEVLIHEVIYÊ YE’

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa tevlihev a Iraqê ji ber salvegera kuştina generalê Îranê Qasim Suleymanî, wiha nivîsî: “Welatiyên Iraqê ji ber îhtimala derketina rageşiyê di navbera Îranê û Amerîkayê de bi fikar in ku dê welatê wan fatoreya wê yekê bide.

Gelê Iraqê dizane ku welatê wan veguheriya qadeke şerê Îran û Amerîkayê û ji ber wê yekê aramî, îstiqrar û pêşeroja zarokên wan dikeve xetereyê.”

‘KOORDÎNEYEKE MISIR-CEZAÎRÊ DER BARÊ LÎBYAYÊ DE’

Têkildarî kar û barên Lîbyayê jî rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Serokê Misirê Ebdulfettah Sîsî û serokê Cezaîrê Ebdulmecîd Tebûn, li ser xurtkirina koordîneya hevbeş di dema pêş de ji bo vegera aramî û îstiqrarê li Lîbyayê, li hev kir.

Berdevkê fermî yê serokatiya Misirê bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku ew yek bi rêya peywendiyeke telefonê di navbera her du serokan de, pêk hatiye.

Her du serokan her wiha li ser gelek dozên herêmî û bi taybetî aloziya Lîbyayê, nêrînên xwe parve kirin.”

(cx)