Li dijî baregeha Rûsyayê ya li Til Seminê êrişeke xwekujî pêk hat

Çavkaniyekî ewlehiyê ji ANHA’yê re ragihand ku 5 kesên xwekuj vê sibehê êrişî baregeheke Rûsyayê ya li başûrê bajarokê Eyn Îsayê kiriye.

Li dijî baregeha Rûsyayê ya li Til Seminê êrişeke xwekujî pêk hat
1 ÇILE, 2021   08:25
EYN ÎSA

Çavkanî got erebeyeke bombebarkirî û 5 kesên xwekuj êrişî baregeha Rûsyayê ya li bajarokê Til Semin ê başûrê Eyn Îsayê kirine.

Çavkanî her wiha destnîşan kir ku hêzên Rûsyayê hewldana wan a ketina hundirê baregehê têk bir û piştî ku erebeya bombebarkirî li deriyê têketina baregehê teqiya, êrişkar hatine kuştin.

Hîna hêzên Rûsyayê têkildarî bûyerê tu daxuyanî nedane.

Malperên tevna civakî, daxuyaniyeke rêxistina ‘Huras El-Dîn’ ku êriş girtibû ser, xwe belav kir. Lê heta vê kêliyê, daxuyanî nehatiye piştrastkirin.

(cx)