Bîlançoya çalakiyên HRE`yê ya 2020`an: 265 dagirker hatin kuştin

Di çalakiyên tolhildanê yên Hêzên Rizgariya Efrîn ya ku sala 2020`an li dijî dagirkeran pêk anîne de, 30 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 235 çete hatine kuştin. Her wiha artêşa Tirk û komên çete 375 êriş pêk anîn û di encamê de 7 sivîl şehîd bûn.

Bîlançoya çalakiyên HRE`yê ya 2020`an: 265 dagirker hatin kuştin
1 ÇILE, 2021   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên wan ên tolhildanê li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2020`an de, eşkere kirin.

HRE`yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina Efrînê li hemberî gelê Efrînê hemû cureyên pêkanînên dermirovî wekî kuştin, revandin, asîmîlekirin, qirkirin dan meşandin û hîna didomîne.

Di dewama daxuyaniya HRE`yê de wiha hate gotin: “Ji aliyekî ve demografiya Efrînê diguherîne, ji aliyê din ve jî hewl dide xweza û dîroka Efrînê tune bike. Her roj bi topbaranên dijwar gelê herêmê û xwezaya herêmê tê hedefgirtin. Gelê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji cih û warê xwe koçber bûye, dîsa bi her cure qirkirinan ve rû bi rû dimîne.”

Li gorî daxuyaniya HRE`yê, encamên çalakiyên wan ên tolhildanê wiha ne:

Di sala 2020`an de li hemberî artêşa Tirk a dagirker û komên çete, bi giştî 153 çalakî hatine lidarxistin, di wan çalakiyan de:

- 265 çete û leşker hatin kuştin. Ji wan 235 çete û 30 leşkerên artêşa Tirk a dagirker in.

- 214 çete û leşker hatin brîndarkirin. Ji wan 172 çete û 42 leşkerên artêşa Tirk a dagirker in.

Her wiha di wan çalakiyan de bi giştî, şervanên HRE`yê 12 çekên AK-47 û gelek jarjor û fîşekên wê, 1 çeka M-16, 2 çekên A4, 2 çekên BKC, 1 roketavêja RPG 7, 1 çeka sekvaniyê, 1 MPT 76, 2 termal, 3 bêtêl, 1 kamîra, 5 telefon, 1 cîhaza mesafe dipîve, 1 durbîna şevê, 1 dûrbîna rojê, her wiha gelek belgeyên rêxistinî û alavên leşkerî desteser kirin.

Di heman demê de 35 wesayît, 3 doçka û 2 dron hatin rûxandin. Tank û wesayitên zirxî jî di nav de, 11 wesayît hatin derbkirin.

Artêşa dagirker di sala 2020`an de 375 caran herêm topbaran kir.

Di wan êrişan de 7 sivîl şehîd bûn û zarok jî di nav de, 14 sivîl birîndar bûn. Her wiha çeteyên dagirker 2 caran êrişên bejahî li dar xistin.

HRE`yê ragihand ku di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 20 hevrêyên wan gihaştine şehadetê.

(cx)