Rêveberiya Trump xebatên normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re didomîne

Çavkaniyan ji rêveberiya serokê DYA’yê Donald Trump eşkere kir ku DYA ji bo normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re fişarê li dewleteke ereb an jî îslamî dike. 

Rêveberiya Trump xebatên normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re didomîne
31 kanûn, 2020   08:35
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Jerusalem Post a Îsraîlê ragihand ku rêveberiya serokê DYA’yê Donald Trump hewl dide beriya ku Jeo Biden derbasî ser erka xwe bibe, lihevkirineke aştiyê ya nû di navbera Îsraîlê û dewleteke din a Ereban an jî îslamî de çêke.

Çavkaniyekî ji rêveberiya Trump got welatê wî ji bo normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re fişarê li dewleteke Ereb an jî îslamî dike.

Di çend hefteyên borî de çavkaniyan ji Quds û Washingtonê bi bîr xistibû ku dibe ku Endonezya, Morîtanya, Nîjer û Ûman tev li lihevkirina normalîzekirina têkiliyan bibin. Her wiha di gelek raporan de hate destnîşankirin ku Pakistan jî di vî warî de bi pêş dikeve.      

(şx)