Koma Aloziyên Navneteweyî: Di 2021`an de li Sûriye û gelek welatên din dê şer dewam bike

Koma Aloziyên Navneteweyî eşkere kir ku li Efganistan, Etiyopya, Yemen, Somalî, Lîbya, Îran û Sûriye dê di sala 2021`an de jî şer berdewam bike.

Koma Aloziyên Navneteweyî: Di 2021`an de li Sûriye û gelek welatên din dê şer dewam bike
31 kanûn, 2020   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Aloziyên Navneteweyî di raporeke xwe de behsa gelek welatên ku dê di 2021`an de şer û alozî lê berdewam bike, kir. Girêdayî Îranê, di raporê de wiha hate diyarkirin: “Di Kanûna 2020`an de ji ber kuştina generalê Îranê Qasim Suleymanî, aloziya di navbera Amerîka û Îranê re kûrtir bû. Lê belê bersivdayîna Îranê sînordar bû û her du aliyan nexwest rageşiyê zêde bikin.”

Koma navborî dibêje: “Rêveberiya nû ya Amerîkayê dikare yek ji xeternaktirîn şerên li cîhanê, aram bike. Serokê Amerîkayê Jeo Biden destnîşan kir ku dê rewşê biguherîne. Tehranê jî amadebûna xwe ji bo vegera li peymana nukleerî re nîşan da.”

Raporê girêdayî Sûriyê sernavê “Sûriye di navbera Enqere û Moskovê de” veqetand û wiha diyar kir: “Nakokiya têkiliyên di navbera Enqere û Moskovê de li Sûriyê raber dibin. Dewleta Tirk ji dijminên sereke yên serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed bû û piştevanekî bi hêz ê tundrawan bû. Rûsya jî piştgiriya El-Esed kir û sala 2015`an ji bo berjewendiyên El-Esed dest di şer werda. Ji wê demê ve, dewleta Tirk dev ji dijminahiya bi El-Esed re berda û berê xwe da şerê li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG).”

Tevî ku peymana Adara 2020`an di navbera Moskov û Enqereyê de şerê li Idlibê rawestand jî, rêxistin dibêje ku şerê li Sûriyê bi dawî nebûye û pêşbîn dike ku êrişeke nû ya bi destekdayîna Rûsyayê li dijî Idlibê pêk bê.

(cx)