Rojnameyên erebî: Li ser sînorên Sûriye-Îsraîlê rageşî heye

Rojnameyên erebî yên îro behsa bombebarana dawîn a Îsraîlê li dijî gundewarên Şamê, hevkariya Brîtanya-Tirkiyê û aloziya Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Li ser sînorên Sûriye-Îsraîlê rageşî heye
31 kanûn, 2020   08:15
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÎSRAÎLÊ QADA HEWAYÎ LI COLANÊ GIRT Û DEST BI PERWERDEYÊN LEŞKERÎ KIR’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Şeva sêşemê, Îsraîlê careke din nuqteyên Hizbullah a Lubnanên û ketîbeya parastina asîmanî li gundewarên Şamê, bombebaran kir. Bombebaran piştî peywendiya telefonê ya di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de ku doza Sûriyê nîqaş kiribû, pêk hat.

Îsraîlê qada hewayî li girên Colanê girt û Desteya Weşanê ya Îsraîlê duh sibehê ragihand ku dê artêşa Îsraîlê perwerdeyên leşkerî li Colanê pêk bîne û diyar kir ku dê moşek jî bên avêtin.

Di mehên dawîn de, Îsraîlê êrişên li dijî nuqteyên leşkerî û nuqteyên girêdayî hêzên Îranê û komên alîgirên wê li gelek herêmên Sûriyê, zêde kir. Ew yek hemwextî ragihandina “derbkirina Îranê li Sûriyê” û “qedexekirina veguhastina çekan ji bo Hizbullahê” pêk hat.

‘PEYMANA BAZIRGANIYÊ YA TIRKIYE-BRÎTANYAYÊ’

Rojnameya El-Ereb jî li ser têkiliyên Brîtanya û Tirkiyê wiha nivîsî: “Brîtanya têkiliyên xwe bi Tirkiyê re careke din dinirxîne. Xuya ye ku têkiliyên bazirganiyê yên her du welatan ber bi pêşketinê ve diçin ku serokwezîrê Brîtanyayê  Boris Johnson û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li wê pêşketinê digerin.

Sêşemê, Enqere û Londonê peymaneke bazirganiya azad îmze kir. Hikumeta Brîtanyayê bi daxuyaniyekê got dê îmzekirina peymanê sûdê li gelek pîşesazî û berhemdariyên li welêt bike.

Pirspor dibînin ku piştî serkeftina balafirên bêpîlot ên Tirk di şerê Azerbêcan-Ermenistanê de, London dixwaze sûdê ji vê hevkariya leşkerî bigire.

Brîtanya dixwaze vê peymanê ji bo propagandeya pîşesaziyên xwe yên parastinê bi kar bîne, nexasim piştî peymana derketina ji Yekitiya Ewropayê (YE) dê bihêle Brîtanya li sûkên altirnatîf biger. Her wiha ev peyman derfetê dide Tirkiyê ku hêza xwe ya asîmanî xurt bike.

Ev nêzîkbûna Brîtanya-Tirkiyê bi rêya zêdebûna koordîneya siyasî û hevkariya bazirganiyê ya di navbera her du welatan de, derket pêş. Lê belê welatên Ewropayê ji ber zêdegaviyên Enqereyê yên di gelek dozên navneteweyî de,  ji vê nêzîkbûnê ne razî ne.”

‘LÎBYA BER BI ÇARESERKIRINA ALOZIYÊ VE DIÇE’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî aloziya Lîbyayê wiha nivîsî: “Bi zexteke herêmî û navdewletî, aloziya Lîbyayê ber bi çareserkirinê ve diçe. Komîteya karên derve û hevkariya navneteweyî li Meclisa Parlamanteran diyar kir ku piştî salên şerê navxweyî qonaxa heyî ji bo pêkanîna aştiyê guncaw e.

Komîteyê ji peyketina bangewaziyên şer hişyarî da û metirsiyên xwe li ser rageşiyê nîşan da.”

(cx)