Rûspiyê eşîrekê: Dewleta Tirk û hikumeta Şamê li pey van şane û suîqastan in

Li Dêrazora careke din sûcên sîuqastkirinê zêde dibin û têkildarî vê yekê rûspiyekî eşîra Sada El-Mûşaheda ya li Mergedayê got hîn jî şane hene, kiryaran pêk tînin û êdî ji her kes ve diyar e ku dewleta Tirk û rejîma Baasê ew erkdar kirine.

Rûspiyê eşîrekê: Dewleta Tirk û hikumeta Şamê li pey van şane û suîqastan in
31 kanûn, 2020   02:13
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Artêşa Tirk bi rêya şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê hewldana têkbirina ewlehiya li herêmên Dêrazorê dike, di heman  demê de hikumeta Şamê jî bi rêya alîgirên xwe kesayetên navdar dike armanc û bi vî awayî girêdana di navbera gelê herêmê û QSD`ê lawaz dike.

Duh çekdaran hewl da ku rûspiyê bi navê Abdulcelîl salih Hemed ê eşîra Enabize ya qebîleya Egîdat suîqast bike.  Hemed ji şêniyê bajarokê Xeşam ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî bi dehan endamên şaneyên ku li herêmê sûcên qetilkirinê pêk dianîn, girtin paşê wan îtîraf kir ku ew girêdayî çeteyên DAIŞ`ê û hêzên hikumeta Şamê ne.

Têkildarî mijarê rûspiyekî eşîra Sada ya El-Muşaheda ya li Mergedayê Elî El-Xidir diyar kir ku şane hîn jî dixebitin û tê zanîn ku dewleta Tirk, rejîma Baasê û komên Îranê ew erkdar kirine.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her çi qasî hin alî hewldana têkbirina ewlehiyê, derbekirina pêkhateyan û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser dikin, di serî de artêşa Tirk, lê dîsa jî ev herêm aram in

El-Xidir der barê vê de da zanîn ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriy heta radeyeke mezin bi ewle ne, hêzên ewlekariyê hewldana parastina jiyana welatiyan dikin, da ku komên terorîst ên girêdayî Tirkiyê, hêzên Îranê û rejîma Baasê yên li herêmên Dêrazorê bigirin bangên gel bi cih tînin.

El-Xidir di berdewama gotina xwe de destnîşan kir ku her çiqasî li ser banga rûspiyên eşîran û şêxên eşîran, QSD`ê hemleyên leşkerî pêk anîbin jî, lê hîn jî ev şane hene û dixebitin.

El-Xidir eşkere ku çete ji bo fîtneyan di navbera pêkhateyên herêmê û hêzên ewlekariyê yên QSD`ê de derxin sûcan pêk tînin, lê belê ew wekî gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina xakê û destkeftiyan, destekê didin QSD`ê.

Elî El-Xidir da zanîn ku Rêveberiya Xweser li kêrî wan nehat, lewra dijmin bi rêya van şaneyan hewldana derbekirina hevgirtina gel dike, lê belê gel û hêzên leşkerî ku xwedî heman armanc in li dijî têkbirina terorê piştgiriya hev girtin.

Elî El-Xidir wiha gotina xwe bi dawî kir: "Bi hevgirtina me dê tu carî dijmin nekeve nav me û azadiya me têk bibe, lê divê em jî piştgiriya lehengên xwe yên QSD`ê bikin, da ku dewleta Tirk û çeteyên wê nikaribin derbasî herêmê bibin."

(eh)

ANHA