Hikmet El-Hebîb: Hikumeta Sûriyê idîaya welatparêziyê dike û parastina sînorê welat nake

Hikmet El-Hebîb diyar kir ku hikumeta Sûriyê idîaya parastina serweriya Sûriyê, sînorên wê û welatparêziyê dike, lê di pratîkê de berovajî vê yekê ye, li aliyekî divê Komkara Erebî sînorekî ji êrişên dewleta Tirk re deyne, ji ber ku dewleta Tirk dixwaze rola Komkarê bi dawî bike û dewletên Ereban dagir bike.

Hikmet El-Hebîb: Hikumeta Sûriyê idîaya welatparêziyê dike û parastina sînorê welat nake
31 kanûn, 2020   01:28
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Artêşa Tirk û çeteyên wê, da ku rêya M4 kontrol bikin, êrişên li dijî herêma Eyn Îsayê zêdetir kirin û QSD`ê bênavber bersiva van êrişan dide.

Têkildarî êrişên artêşa Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê, Cîgirê Serokatiya Desteya Rêveber a MSD`ê Hikumet El-Hebîb axivî û îşaret bi lihevkirinên Tirkiyê-Rûsyayê kir.

Hikumet El-Hebîb diyar kir ku ji ber dewleta Tirk a dagirker her tim gefan li herêmê dixwe berê aloziya Sûriyê bi rêgeheke nû ve ye. Dewleta Tirk hesab ji qanûnên navneteweyî re nake, ji bo xewna dewleta Osmanî zindî bike dixwaze herêmê dagir bike.

Hikmet El-Hebîb bal kişand ser helwesta dewletên garantor a der barê êrişên dewleta Tirk ên dijî navçeya Eyn Îsayê de û ev li gotina xwe zêde kir: "Tevî ku ji aliyê dewletên garantor ve lihevkirin û peyman hatin mohrkirin, nexasim ji aliyê Rûsyayê ve ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê garantora agirbestê ye, lê dîsa jî êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêman berdewam dike, rojane topan diavêje, balafiran bi kar tîne û Rûsya jî bê deng e."

ꞌÇAWA DEWLETEK DIKARE IDÎA BIKE KU WELATPARÊZ E Û PARASTINA SÎNORÊ WELAT NEKEꞌ

Hikmet El-Hebîb destnîşan kir ku di rojên dawîn de êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî navçeya Eyn Îsayê zêdetir bûne, ev jî tê wateya ku hewldana serwerkirina herêmê dike, di heman demê de ev êriş di çarçoveya lihevkirinên Tirkiyê-Rûsyayê yên li ser hesabên berjewendiyên nîştimaniya Sûriyê de pêk hatine. Lê ev ne cara yekemîn ku li hev dikin û li gelek deverên jî heman siyaset meşandin; ji van deveran Xûta û gundewarên Şamê ku xwestin demografiya herêmê biguherin û beyî ku di berjewendiyên gelê Sûriyê de bifikirin Rûsya û Tirkiyê berjewendiyên diparêzin.

Hikmet El-Hebîb anî ziman ku hikumeta Şamê idîa dike ku ew dewleteke welatparêz e û parastina sînorê Sûriyê dike, lê di pratîkê de tiştekî bi vî rengî tune ye, ji bo berdewamkirina desthilata hikumetê herêman radestî Tirkiyê dike, wê demê çawa dewletek dikare idîa bike ku ew welatparêz e û parastina serweriya vî welatî neke?

ꞌQSD`Ê PARASTINA SÎNORÊ WELAT JI ERKA XWE DIBÎNEꞌ

Li aliyekî din jî Hikmet El-Hebîb bal kişand ser berxwedana ku QSD`ê dide meşandin û wiha pê de çû: "QSD`ê parastina sînorê welat girt ser milên xwe, ji bilî ka QSD’ê bi hikumeta Şamê re yan jî bi aliyên din re li hev kiriye yan nekiriye ew tiştekî cuda ye. Her wiha li herêmên din ên Sûriyê jî me dît ku QSD`ê bi tena xwe li dijî êrişên dagirkeran şer kir û hikumeta Şamê tenê parastina herêmên diyarkirî û herêmên ku berjewendiyên wê tê de hene dikir, ev jî dûrî xeta nîştimaniyê ye. Divê hikumeta Şamê parastina Eyn Îsa û parçeyên din ên Sûriyê bike û bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker bide."

ꞌMSD`Ê BI RÊYA DIYALOGAN DIXWAZE DAWÎ LI RAGEŞIYA LI SÛRIYÊ BÎNEꞌ

Têkildarî rola Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di dawîkirina rageşiya li Sûriyê de, Hikmet El-Hebîb da zanîn ku ew wekî MSD`ê bi rêya lidarxistina panel û kongreyên xwe îşaretê bi girîngiya birêvebirina diyalog û hevdîtinên sûrî-sûrî dikin, da ku dawî li aloziya li Sûriyê bînin, lê di rastiyê de hikumeta Şamê dixwaze rewşa welat vegere wekî beriya 2011`an û Rûsya jî dixwaze hikumeta Şamê herêmên din serwer bike, ji van herêman Eyn Îsayê ye.

ꞌDIVÊ KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ SÎNOREKÎ JI ÊRIŞÊN TIRKIYÊ RE DEYNEꞌ

Hikmet El-Hebîb helwesta Koalîsyona Navneteweyî ya der barê êrişên Tirkiyê yên li dijî Eyn Îsayê de rexne kir û wiha axivî: "Berî her kesî civaka navneteweyî ji êrişên dewleta Tirk re bê deng e nexasim Koalîsyona Navneteweyî, ji ber ku li herêmê şerê terorîstan û DAIŞ`ê dike, her kes dizane û Koalîsyon jî dizane ku ev terorîst piştgiriya xwe ji AKP`ê digire. Da ku derbasî Sûriyê bibin, dewleta Tirk sînorên xwe ji terorîstan re vedike. Lê QSD`ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî şerê vê terorê kir, ji ber vê yekê diviyabû ku Koalîsyona Navneteweyî dawî li êrişên dewleta Tirk bianîba."

Hikmet El-Hebîb di dawiyê de diyar kir ku dewleta Tirk hewldana şikandina dewletên Ereban dike û di encamê de rola Komkara Erebî û rola dewletên Erebî yên xwedî rol bi dawî bike, nexasim rola Misirê û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Berpirsyariyeke mezin ji Komkara Erebî tê xwestin ku divê parastina sînorên dewletên Ereban bike, jixwe Sûriyê jî beşek ji van dewletan e. Di heman demê de jî ji erka Misir û dewletên di nava Komkara Erebî de cih digirin, ku parastina Sûriyê bikin û sînorekî ji dijminatiya Tirkiyê re deynin."

(eh) 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HacFKiK5npA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>