Siyaseta tirkkirinê li Sûriyê rê li guhertina demografiyê vedike

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya keysbazkirina aloziya têkiliyên navneteweyî û bejewendiyên herêmî dixwaze siyaseta tirkkirinê li herêmên Sûriyê bimeşîne û civaka navneteweyî û piranî dewletên ereb li hemberî vê yekê bê deng in.

Siyaseta tirkkirinê li Sûriyê rê li guhertina demografiyê vedike
Siyaseta tirkkirinê li Sûriyê rê li guhertina demografiyê vedike
Siyaseta tirkkirinê li Sûriyê rê li guhertina demografiyê vedike
Siyaseta tirkkirinê li Sûriyê rê li guhertina demografiyê vedike
Siyaseta tirkkirinê li Sûriyê rê li guhertina demografiyê vedike
Siyaseta tirkkirinê li Sûriyê rê li guhertina demografiyê vedike
Siyaseta tirkkirinê li Sûriyê rê li guhertina demografiyê vedike
31 kanûn, 2020   05:12
KOBANÊ

Dewleta Tirk ji bo sepandina xwe li Sûriyê xwe dispêre gelek stûnên piştevaniyê, di serî de xwe dispêre rêxistinên terorîst ên tundrew ku li gorî îdiayên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê palpişta gel in, lê belê ne tenê Sûriyê dikeya berjewendiyên dewleta Tirk e, lê sûcên wê sînorên gelek dewletên li herêmê derbas kirin.

Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî siyaseta tirkkirinê dide meşandin, ji bo vê yekê pişta xwe dide pergalên perwerdekirinê yên îstîxbaratî, da ku kadroyên perwerdeyê ava bike û bixe dibistanan. Ji wê zêdetir jî siyaseta teşwîqkirina karmendiyê li ser ciwanan dimeşîne û debara jiyana wan bi rêya fêrkirina zimanê tirkî ji bo karmendiyê, derfet digire.

Her wiha bi dehan dezgehên dewleta Tirk û wêneyên serokên tirkan li herêmên dagirkirî hene, jê jî wêneyên Atatork û Erdogan li kolan û saziyan hene, her wiha navên dibistan, sazî û avahiyan bi tirkî ye, mîna parka Neteweya Osmanî ya li Ezazê û nexweşxaneya nîştimanî ya li Cerablusê.

JI OSMANIYAN HETA TIRKAN SIYASETA QIRKIRINA ETNÎKÎ BERDEWAM DIKE

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Nîhad Ehmed got dewleta Tirk a dagirker li ser hesabên gelên herêmê hatiye avakirin, ji ber ku li dijî gel hovîtrîn komkujî pêk anîn; mînaka wê jî komkujiya Sîfo û hwd e.

Nîhad Ehmed ev yek li gotina xwe zêde kir: "Dema Tirk ji Mongolya derbasî Asya Navîn bûn ev herêm bi dewlemendiya çanda gelên xwe dihat naskirin; ji van çandan Sasanî, Laz û Rom ku împratoriya wan di wê demê de hate parçekirin, aliyekî wê bû Rojava û aliyê din jî bû Rojhilat, lê belê hovîtiya ku dewleta Tirk meşandiye hişt ku ev etnîk ji holê rabin û bi bi vî awayî siyaseta tirkkirinê ji serdama desthilata Osmanî û heta serdema me berdewam kir."

Nîhad Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk bi siyaseta ku li Sûriyê dimeşîne hewldana gelek armancan dike, armanca herî girîng jî ew e ku piştgiriya Îxwan El-Muslimîn bike, da ku hikum bixe bin kontola xwe û berfirehkirina Osmanî ya li Sûriyê berdewam bike, lê ji ber destwerdana navneteweyî ev siyaset bi bin ket û niha jî ew dibînin ku li herêmên dagirkirî heman siyaset tê meşandin. Dewleta Tirk hewldana guhartina demografiya van herêman dike, ji lew re navên kolan û dibastanana diguhere û navên sultanan û generalên dewleta Osmanî li wan dike, ev jî nîşaneyeke ku piştre bajarên Sûriyê tetrîk bike, da ku di civînên navneteweyî de mijareke rasteqînî be.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, artêşa Tirk bi rêya medyaya civakî siyaseta propogandayan dide meşandin û zimanê tirkî teşwîq dike, di heman demê de li herêmên dagirkirî pere û kar dabîn dike, ji bo perwerdeyê şandeyan dişîne zanîngeh û peymangehên Enqere û Stanbolê yên Tirkiyê, ji ber vê yekê hejmara xwendekarên ku li Cerablusê û Ruhayê fêrî zimanê tirkî dibin mehane zêdetirî 100’î ye. Ji ber  ku ew xwendekar bi hêvî ne li herêmên dagirkirî karekî bi dest bixin, fêrî zimanê tirkî dibin.

Nîhad Ehmed axivî ku hikumeta Tirkiyê ya niha hin dewletên Ereban wekî xaka dewleta Osmanî dibîne, lewma divê civaka navneteweyî û dewletên Ereban li dijî van siyasetan bisekinin nexasim ku dagirkerî dixwaze hîn zêdetirî welatên Ereban dagir bike. Mînaka wê jî rewşa li Lîbyayê, Cezaîr e. Dewleta Tirk çi bi rêya fikrên tundrew be yan jî bi rêya siyaseta tirkkirina herêmê be dixwaze derbasî van dewletan bibe.

DI PÊŞEROJÊ DE BANDORA GAVÊN TIRKIYÊ LI SER ÇARESRIYA SÛRIYÊ

Dewleta Tirk li Rojhilata Navîn hewldana avakirina rêxistina îslamî ya selefî dike, her wiha bi rêya gefên şandina kesên tundraw ji  parzemîna pîr (Ewropa) hewldana zextkirina li ser civaka navdewletî dike. Di heman demê de Tirkiyê hewl dide beşek ji rageşiya li Sûriyê be û di çareseriya aloziyê de jî dixwaze bibe  aliyekî biryarê, nexasim piştî rasterast li dijî gelê Sûriyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer dike û hin herêm jî dagir kirine.

Têkildarî mijarê Nîhad Ehmed anî ziman ku siyaseta artêşa Tirk bi kar tîne ya guhartina demografiyê û tirkkirina herêmên Sûriyê  yên ku dagir kirine, di rastiya xwe de ji bo hikumê xwe li ser civaka navneteweyî û erebî ferz bike û bi vî şeklî çareseriya aloziya van herêman dê zehmet be.

Nîhad Ehmed da zanîn beriya ku çareserî ji aloziya Sûriyê re were dîtin, Tirkiyê bi hemû hewldanên xwe dixwaze vê siyasetê pêk bîne, da ku di danûstandinên li ser çareseriya Sûriyê de bibe xwedî biryar. Êdî divê civaka erebî rastiya van siyasetan bizanibe, ji ber ku Tirkiyê dê li ser van herêmên dagir kirine bi tenê nemîne û dê hîn zêdetir herêman dagir bike.

Di dawiyê de Nîhad Ehmed îşaret bi rola Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rêveberiya Xweser hebûna pêkhateyan parast, her kes tev li kar û xebatê bû, di rêvebirina herêmên xwe de ew mafdar kirin, lewra ev yekemîn proje ye û yê herî zêde bi rastiya Sûriyê re gucaw e."

(eh)

ANHA