Mihdî Kurdistanî…ji Başûr ber bi Londonê û ji wir ber bi eniyên Eyn Îsayê ve

Mihdî Mihyedîn ji Brîtanya hat da ku ew jî li kêleka bi sedan şervanan bisekine û bi şervanan re parastina Eyn Îsayê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bike.

Mihdî Kurdistanî…ji Başûr ber bi Londonê û ji wir ber bi eniyên Eyn Îsayê ve
30 kanûn, 2020   10:38
EYN ÎSA-ZANA SEYDÎ

Mihdî Mihyedîn ku li gundê Mişêrfê yê li rojhilatê Eyn Îsayê yê eniyên şer, bi navê Mihdî Kurdistanî tê naskirin niha li eniya şer ya Eyn Îsa ye.

Mehdî Mihyedîn ji gundê Serzel ê li nêzî Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê ye.  Bavê wî jî di salên 80 û 90’î de di nava pêşmergeyan de cih digirt û li dijî şerê Iraqê yê ji herêmên Kurdan şer kiriye.

Mihdî jî wekî her Kurdekî bi şerê salên 90`î ku li çiyayên Başûrê Kurdistanê de rû daye êşiyaye, û ji wê rewşa bi êş mat maye. Di wê demê de bavê Mihdî biryar daye ku çeka xwe deyne û beşdarbûna şer red kiriye. Ji ber ew şer, di encama fîtneyên hêzên derve de pêk hatibû.

‘RÊWÎTIYA JI LONDONÊ BER BI ROJAVA VE’

Mihdî Mihyedîn 19 salan li bajarê Londonê ya Brîtanayê jiyaye, lê nêrîna wî cuda bû. Ji bo dibîne ku reva ji alozî û şerê  li Kurdistanê rê li ber dagirkirina hêzên derve ji Kurdistanê re vedike û têdigihêje ku koçberî ne çareserî ye. Ji ber wê yekê biryar dide ku ji bo parastina gel û herêmê li ber xwe bide.

 Ji bo piştgiriya doza Kurd û bi hewldana danasîna Kurdan li Brîtanyayê, Mihdî Mihyedîn(40) beşdarî tevahî çalakiyên sivîl ên cihêreng di dirêjahiya salên xwendinê de, bûye. Nexasim jî rêxistinkirina xwepêşandanan li dijî dewleta Tirk a dagirker. Piştî ku demek dirêj li Londonê dijî, biryar dide ku derbas Rojava bibe, da ku beşdarî berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker bibe.

Mihdî Kurdistanî diyar da zanîn ku ew ne yekemîn ciwan e ku bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ji bo parastinê, gihaşt van herêman, lê belê ji destpêka êrişên dewleta Tirk ên di 9’ê Cotmeha 2019’an de, 83 ciwanên ji tevahî bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê gihaştin Rojava, da ku tevlî Berxwedana Rûmetê bibin.

Çîroka Mihdî ji hezaran çîrokên ku di dirêjahiya salên krîza li herêmê de derketine û ji wan kesên ku ji bo ewlehiyê berê xwe dane Ewropayê, cudatire. Ji ber ku wî berê xwe da çeperên şer û ji bo azadiyê li dijî dijminekî ku bi zimanê aştiyê fêm nake, şer kir.

(fr)

ANHA