Rêveberiya Dibistanan li Dirbêsiyê şahiyek ji bo zarokên şehîdan li dar xist

Rêveberiya Dibistanan a li navçeya Dirbêsiyê bi boneya sersala nû şahiyek li baxçeyên zarokan a Feraşîn li dar xist û diyarî li zarokan belav kirin.

Rêveberiya Dibistanan li Dirbêsiyê şahiyek ji bo zarokên şehîdan li dar xist
30 kanûn, 2020   11:23
 HESEKÊ

Bi hatina sersala nû re Rêveberiya Dibistanan a li navçeya Dirbêsiyê şahiyek li baxçeyê zarokan a Feraşîn a taybet bi malbatên şehîdan, li dar xist.

Fêrgehên baxçeyî hatin xemilandin. Şagirtên baxçeyî û malbatên wan, mamoste û endamên Komîteya Rêveberiya Dibistanan a li navçeyê tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de hinek kesên ku cilên Kalo Gaxan (Baba Noel) li xwe kiribûn, diyarî li zarokan belav kirin.

Di heman çarçoveyê de Rêveberiya Dibistanan diyarî li zarokên şehîdan ên li Dibistana Şehîd Ebdulrehman Dêrikî ya li navçeyê belav kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ya0KHPOfOu4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>