DYA’yê 30 wesayîtên zirxî ji hêzên Iraqê re şandin

DYA'yê piştî êrişa ku hefteya borî Herêma Kesk kir armanc, 30 wesayîtên zirxî ji artêşa Iraqê re şandin.

DYA’yê 30 wesayîtên zirxî ji hêzên Iraqê re şandin
30 kanûn, 2020   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozaxaneya DYA’yê ya li Bexdayê ragihand ku DYA'yê ji bo aramiya Herêma Kesk ku berê rastî gelek êrişên bi moşekan hat, 30 wesayîtên zirxî ji artêşa Iraqê re şandine. Li aliyekî din Washingtonê komên alîgirên Îranê bi pêkanîna van êrişan tawanbar kirin.

Balyozxaneyê destnîşan kir ku ev hevkarî beşek ji planeke mezintirîn a Nivîsgeha Hevkariya Ewlekariya Artêşa Amerîkayê-Iraqê ye ku piştgiriya Tîma Fermandariya Taybet a ewlehiya navenda Bexdayê dike.

Di hefteya borî de kesên nediyar Herêma Kesk ku gelek saziyên fermî û şandeyên navneteweyî dihewîne, kiribû hedef.

(dm)