Li dergeha Sêmalka sibê betlaneya fermî ye

Rêveberiya dergeha Sêmalka ya sînorî ragihand ku bi boneya sersalê, sibê (roja pêncşemê) betlaneya fermî ye.

Li dergeha Sêmalka sibê betlaneya fermî ye
30 kanûn, 2020   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya dergeha Sêmalka ya di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê de li ser malpera xwe ya fermî ya li ser Facebookê wiha nivîsî:

“Bi boneya sersala zayendî, rêveberiya dergeha Sêmalka ya sînorî radigihîne ku roja pêncşemê (31’ê Kanûna 2020`an) li dergehê betlaneya fermî ye. Em saleke bi xêr û aştî ji her kesî re hêvî dikin.”

(cx)