Dagirkeriya Tirk li başûrê Idlibê sewqiyatên leşkerî pêk anî

Artêşa dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 50 wesayîtên leşkerî di deriyê Keferlosîn re derbasî axa Sûriyê kirin.

Dagirkeriya Tirk li başûrê Idlibê sewqiyatên leşkerî pêk anî
30 kanûn, 2020   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) piştrast kir ku karwanê dagirkeriya Tirk a nû vê berbangê di deriyê Kefer Lûsîn re ket axa Sûriyê.

SOHR'ê destnîşan kir ku di nava karwan de zêdetirî 50 wesayîtên leşkerî, ji nav wan panzêr û kamyonên bi blokên çîmento dagirtî, alavên leşkerî û madeyên lojîstîk barkirî ne, ber bi nuqteyên çavdêriyê yên li gundewarên başûrê Idlibê ve çûn.

(dm)