Kehrebe gihaşt ji sedî 70 taxên Reqayê

Komîteya Enerjî û Peywendiyan a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên xwe yên gihandina kehrebeyê ji bo taxên Reqayê dewam dike. Li gorî çavdêran, kehrebe gihaştiye ji sedî 70 taxên bajêr.

Kehrebe gihaşt ji sedî 70 taxên Reqayê
Kehrebe gihaşt ji sedî 70 taxên Reqayê
Kehrebe gihaşt ji sedî 70 taxên Reqayê
30 kanûn, 2020   09:19
REQA- EHMED EL-ESAF

Duh, komîteyê 7 navendên veguhastina kehrebeyê li nava taxên Reqayê bi dawî kirin ku di vê Kanûnê de li ser kar dikir. Ji wan 3 navend li taxa Teyar in, 2 navend li taxa El-Diriyê ne û 2 li Taxa Kevn in. Her navendek kehrebeyê digihîne ji 200 heta 300 malî.

Endamê rêveber ê Komîteya Enerjî û Peywendiyan endezyar Hamid El-Lewaş girêdayî mijarê wiha got: “Piştî amadekirina van navendan, em dikarin bibêjin ku me kehrebe gihand ji sedî 70 ji taxên Reqayê. Di sala bê de, wê werşeyên teknîkê kehrebeyê bigihînin hemû taxên bajêr.”

El-Lewaş îşaret bi astengiyên wekî xerabbûna torên kehrebeyê û alavên veguhastina kehrebeyê ku ji nişka ve derdikevin, kir û diyar kir ku ji ber wê yekê werşeyên teknîkê ji bo restorekirina xebatên awarte demeke zêde dixwazin.

El-Lewaş her wiha bal kişand ser xebatên komîteyê li gundan û diyar kir ku alavên veguhastinê hatine amadekirin û di vê mehê de torên kehrebeyê li gundên Hiwêce, Zehra, Til Semin û Şinêne ya rojhilat, hatine guhertin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5uQ8JLJmD0k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>