Wezareta Karên Derve ya DYA’yê firotina çek û cebilxaneyê ji bo Siûdî û Kiwêtê erê kir

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ragihand ku firotina çek û cebilxaneyê ji bo Erebistana Siûdî û Kiwêtê erê kiriye.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê firotina çek û cebilxaneyê ji bo Siûdî û Kiwêtê erê kir
30 kanûn, 2020   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) da anîn ku Wezareta Karên Derve firotineke muhtemel a 3 hezar bombeyan ji bo Siûdiyê erê kiriye ku ev yek di çarçvoeya peymanekê bi 295 milyar dolarî de pêk tê.

Ev yek di rojên dawîn ên peywira serokê DYA’yê Donald Trump de pêk tê, tevî ku serokê nû Jeo Biden soza rawestandina firotina çekan ji bo Siûdiyê dabû.

Pentegonê bi daxuyaniyeke cuda da zanîn ku Wezareta Karên Derve her wiha firotina helîkopterên ji cureya ‘Apache’ û parçeyên sîstema moşekên ‘Patriot’ ji bo Kiwêtê erê kiriye ku ew yek jî di çarçoveya du peymanan de ku digihêjin 4.2 milyar dolarî, pêk tê.

(cx)