​​​​​​​'Divê rêz ji xweseriya Şengalê re were girtin'

Siyasetmedar û welatiyan peymana li ser Şengalê ya di navbera PDK û hikumeta Iraqê de şermezar kirin û bang li her du hikumetan kirin ku destwerdanê li kar û barên êzidiyên Şengalê nekin.

​​​​​​​'Divê rêz ji xweseriya Şengalê re were girtin'
30 kanûn, 2020   06:01
QAMIŞLO- HELEB

Di 9'ê Cotmehê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikumeta Iraqê peymanek têkildarî rêvebirina Şengalê îmze kirin. Her du aliyan di dema êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê de reviyan û şengalî di nava pencên çeteyan de hiştin.

Şêniyê bi navê Mihemed Seîd diyar kir ku armanca dewleta Tirk herêmê di bin serweriya xwe de berfireh bike û wiha domand:" Armanca dewleta Tirk  bi rêya peymana bi PDK'ê re mîsaqa Millî zindî bike û herêmên ji Mûsil heya Kerkûkê kontrol bike."

Seîd diyar kir ku ew êrişên sala 2014'an ên ku dijî civaka Êzidî pêk hatine ku di encamê de bi hezaran mirov şehîd bûn û hezaran jin hatin revandin û li bazaran hatin firotin ji bîr nakin û got: "Piştî rizgarkirina ji DAIŞ'ê, şêniyên Şengalê yekîneyên xwe yên taybet ava kirin da ku fermanên li dijî wan dûbare nebin, piştre rêveberiya xwe ya xweser ragihandin."

'PIŞTÎ VEKIŞIYAN MAFÊN WAN TUNEYE VEGERIN'

Hadiya Abdullah ji Qamişloyê ye komploya nû ya ku PDK'ê û hikumeta Iraqê li dijî Şengalê îmze kirine, şermezar kir û got:" Mafê hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê tune ye ku piştî vekişiyan û xelkê Şengalê li pêşberî komkujiyên DAIŞ'ê hiştin, destwerdanê li Şengalê bikin. "

Siyasetmedarên Helebê dane zanîn ku hêzên ku di sala 2014'an de ji Şengalê reviyan nikarin wê biparêzin, her wiha peymana dawî ya di navbera hikumeta Hewlêr û Bexdayê de bi berdewama fermaneke nû bi nav kir.

'PEYMAN BI BERSPEKTÎVÊN TIRKIYAYÊ HATE ÎMZEKIRIN'

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîna Beyrem da zanîn ku peymana di navbera hikumeta Iraq û Hewlêrê de bi berspektîvên Tirkiyayê pêk hat û armanc jê projeyên Tirkiyê yên dagirkirina Şengalê pêk bîne.

Emîna Beyrem destnîşan kir ku êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Şengalê bi desteka Tirkiyê pêk hat û got: "Vekişandina pêşmergeyan ji Şengalê û bêdengiya wan li hemberî komkujiyên dijî êzidiyan delîlê ku ev peyman berdewama van êrişan e."

Emîna Beyrem bang li hemû kurdên li Kurdistanê û li derve kir ku piştgiriya gelê Şengalê bikin û plan û siyaseta dewleta Tirk û PDK'ê ve têk bibin.

Endamê Partiya Demokratîk a Kurdî Sûrî Mihemed Elî anî ziman ku armanca peymana di navbera hikumeta Bexda û Hewlêrê de projeya rêveberiya xweser a Şengalê têk bibin.

(dm)

ANHA